Koçberên Serêkaniyê careke din dûrî warên xwe agirê Newrozê dada

Koçberên Serêkaniyê îsal jî li kampan cejna Newrozê pîroz kir. Beşdaran meşeleya Newrozê vêxist û cejna Newrozê pîroz kir.

20 adar, 2022   12:40
HESEKÊ

Navenda Xabûr a Çand û Hunerê bi koordîneya Rêveberiya Meclisa Kampa Serêkaniyê, şahiya pîrozkirina Newrozê ji koçberên Serêkaniyê re li dar xist.

Rêveberiya kampê û beşdaran meşeleya Newrozê vêxistin û li dordorê govend gerandin.

Endamên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê û nûnerên Kongra Star a Hesekê tev li şahiya pîrozkirina cejna Newrozê bûn.

Endama Kongra Star Cîhan Mihemed cejna Newrozê li koçber û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Newroza 2022`yan dê bibe cejna azadiyê û rizgarkirina hemû erdê dagirkirî."

Endamê Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê Salih Hemîdî jî wiha axivî: "Newroza 2022`an dê bibe Newroza azadiya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina erdê ji dijminên gelê Kurd. Newroza bê dê bibe cejna bidestxistina mafan û emê vegerin bajarê xwe Serêkaniyê."

Koma Tolhildan a Çand û Hunerê şano û stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

(eh)

ANHA