Rêveberiya Xweser a herêma Firatê agirê Newrozê dada

Endamên rêveber ên meclis û desteyên herêma Firatê agirê Newrozê dada. Her wiha bang li şêniyên herêma Firatê kir ku tev li şahiya roja duşemê bibin ku dê li girê Meştenûrê yê Kobanê li dar keve.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê agirê Newrozê dada
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê agirê Newrozê dada
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê agirê Newrozê dada
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê agirê Newrozê dada
Rêveberiya Xweser a herêma Firatê agirê Newrozê dada
20 adar, 2022   11:09
KOBANÊ

Bi dehan endamên rêveber ên sazî, deste û navendên Herêma Firatê bi cil û bergên kurdî tev li şahiya Newrozê bûn ku li qada avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ya li Kobanê li dar ketiye.

Beriya vêxistina agirê Newrozê, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û Newroz li hemû gelên cîhanê, gelê kurd, malbatên Şehîdan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Mihemed Şahîn eşkere kir ku dê sibe saet 10:00`an cejna Newrozê li girê Meştenûr ê Kobanê li dar kev û îşaret pê kir ku ev cejn, destpêka mezinkirina têkoşînê li dijî dijmin û dewleta Tirk a faşîst e û dê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Şahîn bang li şêniyan kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re alîkar bin, li gorî tedbîran tev bigerin û dema dadana agirê Newrozê çek bi kar neynin.

Piştre agirê Newrozê dada û beşdaran xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA