Koma Ensarullah avahiyên aborî û sivîl ên li Erebistana Siûdî kirin hedef

Koma Ensarullah a Hûsî, eşkere kir ku wê bi moşekên balistî û balafirên bê mirov, gelek nuqte li Erebistana Siûdî kirine hedef. Koalîsyona Erebî jî ragihand ku êriş li dijî avahiyên aborî û sivîl bûn di nav de stasyona avê ya li Şeqîq û avahiyên Aramko li Cazan, stasyona kehrebyê ya Zehran a Başûr li başûrê Erebistana Siûdî hene.

Koma Ensarullah avahiyên aborî û sivîl ên li Erebistana Siûdî kirin hedef
20 adar, 2022   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Ensarullah a Hûsî îro eşkere kir ku wê operasyona bi navê “Şikandina dorpêçê ya duyemîn” pêk aniye û di encamê de bi gelek moşekên balistî û balafirên bê mirov, gelek nuqte li Erebistana Siûdî kirine hedef.

Li gorî kanala El-Museyra ya girêdayê Ensarullah, komê destnîşan kir ku li cem wê detayên gelek cihên stratejîk hene û Erebistana Siûdî ji ber encamên dorpêçê hişyar kir.

Girêdayî heman mijarê li gorî tora Sky News Erebiye; Koalîsyona Erebî ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî ragihand ku koalîsyonê 4 balafirên bê mirov tune kirine.

Koalîsyonê got: “Koma Ensarullah stasyona gazê ya li Xemîs Mişît kiriye hedef. Me moşekek balistî bê bandor kiriye ku ber bi Cazan ve hatibû avêtin.”

Her wiha Koalîsyonê diyar kir ku ji ber êrişê zirarên madî çêbûne û tu windahî çênebûne û ev êriş bi “redkirina hemû hewldanên aştiyê” bi nav kir.

(şx)