Delîl Serêkaniyê bi gotina stranan cejna Newrozê pîroz kir

Şervan Delîl Serêkaniyê li eniyên şerê, bi rêbaza xwe ya taybet Newroz pîroz kir.

Delîl Serêkaniyê bi gotina stranan cejna Newrozê pîroz kir
20 adar, 2022   10:50
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Tevî ku li eniyên şer e lê dîsa jî xwest bi rêbaza xwe ya taybet Newroz pîroz bike. Şervan Delîl Serêkaniyê bi dengê xwe yê xweş Newroz li hevalên xwe yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şêniyên herêmê pîroz kir. 

Bi rasthatina Newrozê û li gel berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê, şervanên QSD`ê li eniyan hewl didin istiqrar û ewlehiyê herêmê biparêzin.

Ji ber wan êrişan bi hezaran şervan li eniyan e da ku herêmê biparêzin û şênî bi ewlehî cejna Newrozê pîroz bikin.

(şx)

ANHA