Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî pîrjinek û kurê wê revand

Çeteyên artêşa Tirk li gundê Dargirê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî, pîrjinek û kurê wê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî pîrjinek û kurê wê revand
20 adar, 2022   10:39
ŞEHBA

Çavkaniyan ji hundirê kantona dagirkirî diyar kir ku çeteyên "polîsên leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker, 18`ê Adarê bi hiceta ku pîrjinek serdana keça xwe ya di girtîgehên çeteyan de kiriye, li gundê Dargirê yê navçeya Mabatayê bi ser mala wê de girt û pîrjinik û kurê wê revandin.

Li gorî heman çavkaniyan kesên hatine revandin ev in: "Fîdan Mehmûd Henan (61) û Mistefa Semîr Cemal (42). Navê keça Fîdan a hatiye girtin jî Ceylan Semîr Cemal (26) e ku du keçên wê jî hene; Diclan (3) û Cûlya (2).

(eh)

ANHA