​​​​​​​' Eger lihevkirin çareserî bûya, wê serhildan li Sûriyê çênebûna'

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Minbic û gundewarên wê got, çareseriya krîza Sûriyê bi şêwazê "lihevkirinê" nabe, divê lihevkirineke niştimanî li ser bingehên demokratîk be.

​​​​​​​' Eger lihevkirin çareserî bûya, wê serhildan li Sûriyê çênebûna'
20 adar, 2022   04:42
MINBIC

Aloziya Sûriyê kete sala xwe ya 12'yemîn û hikumeta Şamê di siyaset û zihniyeta xwe de bi israr e ku dibe sedema kûrkirina aloziyê. Hikumeta Şamê dixwaze bi heman nêzîkatî û heman zihniyetê hewl dide Sûriyê vegerîne beriya sala 2011'an, ev yek jî nîşan dide ku tercîh dike ku xwe bispêrin rêya "lihevkirinê" ji bo çareserkirina krîzê.

Ebûd got: "Di van rojan de salvegera şoreşa Sûriyê bû ku sala 2011'an bi tevgera girse ya aştiyane dest pê kir û banga azad, edalet û demokrasiyê de hate kirin. Ji ber ku gelê Sûriyê ji mafên xwe yên herî biçûk mîna mafê azadiya ramanê bê par hatibû hiştin û tu nîşaneyên jiyana siyasî û demokratîk li Sûriyê tunebûn. Ji ber vê yekê ev serhildan rabû. Piştî 11 salan, divê rewşa Sûriyê bi giştî were nirxandin. Ji ber gelek sedema şoreşa Sûriyê ji xeta xwe derket. Ji wan sedeman, rejîm e ku çareseriya leşkerî hilbijart, her wiha destwerdanên derve di rejîmê û muxlefetê de ye. Tu çareserî ku karibin dawî li şerê li Sûriyê werînin nehatin pêşkêşkirin. Ev ku navxweyî bû veguherî şerekî cîhanî."

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku hikumeta navendî ya Sûriyê rola herî mezin di gurkirina vê krîzê de lîstiye, ji ber ku li ser maseya diyalogê rûnanê û wiha domand: "Rejîm her tim bi rê û rêbazên cuda hewl dide desthilatdariya xwe biparêze û krîza Sûriyê dirêjtir bike."

Ezab El-Ebûd her wiha diyar kir ku rejîma Sûriyê hewl da ku çareseriyên ku ne li gorî daxwazên gelê Sûriyê pêşkêş bike û wiha domand: "Dema dawî me dît ku behsa lihevkirin an çareseriyan dike û gelek bîro li gelek bajarê Sûriyê vekirin. Bi vê yekê xwestin welatiyan bixapîne û rewşê vegerîne mîna beriya 2011'an û  heman rêbaz û hişmendiyê bimeşîne."

Ezab El-Ebûd da zanîn tu girêdana "lihevkirinan" bi çareseriyên mantiqî re nîne û ne jî  çareseriyên demkî ne ku bibin beşek ji hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina krîzê û got: "Ji ber ku rewşa Sûriyê ya heyî di parçebûneke siyasî û erdîngarî de ye. Her wiha komên terorîst û hêzên dagirker hene. Ji ber vê yekê divê çareseriyên ku rûmeta gelê Sûriyê vegerînin werin dîtin."

Ezab El-Ebûd wiha lê zêde kir: "Cewhera piralî ya Sûriyê ku ji aliyê çand û zimanên xwe ve dewlemend e, pêwîstî bi avakirina dewleteke welatîbûnê ya rast, dewleteke sivîl û yasayî heye, ku tê de hemû welatî di maf û erkên xwe de wekhev bin. Çareserkirina krîza Sûriyê ne bi awayê "lihevkirinan" e, lê divê lihevhatineke niştimanî li ser bingehên neteweyî û demokratîk hebe."

Ezab El-Ebûd  da zanîn ku eger "lihevkirin" çareserî bûya, wê serhildan û şoreşên nû di hundirê Sûriyê de çi li Dera û çi li Siweydayê bi daxwaza rêveberiyek xweser ku daxwazên her herêmekê nedihat kirin, ev yek nîşan dide ku sîstema navendî ne çareserî ye.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşarojê Ezab El-Ebûd wiha bi dawî kir: "Divê hemû aliyên sûriyayê li ser maseya diyalogê li gorî prensîba diyaloga Sûrî-Sûrî, ne girêdana bi hêzên derve re, avakirina Sûriya pêşerojê ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê misogere bike, rûnên."

(dx)

ANHA