​​​​​​​Kartal: Bi damezirandina PKK`ê re Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê

Remzî Kartal diyar kir ku dewletên dagirkerên Kurdistanê Newroz ji naveroka wê derxistin, lê bi damezirandina PKK û berxwedana zindanan re Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê.

​​​​​​​Kartal: Bi damezirandina PKK`ê re Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê
20 adar, 2022   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal ji ANHA`yê re diyar kir ku ew Newroza 2022`an bi derbasbûna têkoşîna PKK`ê sala xwe 50`î pêşwazî dikin û wiha axivî: "Beriya 49 salan an ku di Newroza 1973'yan de rêber Abdullah Ocalan û komek hevalên xwe li hemberî dagirkeriyê têkoşîn dan destpêkirin. Destpêkirina têkoşînê bi taybet di vê rojê de ji bo gelê Kurd xwedî wate û nirxên mezin in û girîngiyeke mezin da Newrozê. Di mîna vê rojê de têkoşîn û berxwedana ji bo gelê Kurd û avakirina PKK'ê dest pê kirin."

'BI DERKETINA PKK`Ê NEWROZ VEGUHERÎ SEMBOLA BERXWEDAN Û SERKEFTINÊ'

Remzî Kartal destnîşan kir ku cûdahiyeke mezin di navbera Newroza beriya avabûna PKK`ê û ya piştî wê de heye û ev tişt anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan di Newrozê de dest bi berxwedanê kir. Piştî wê di sala 1982`an de şehîdên Newrozê di zindana Amedê bi pêşengtiya Kawayê hemdem Mezlûm Dogan, piştî wî Zekî Altan, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî û Sema Yuca dest bi têkoşînê kir. Bi berxwedana PKK`ê û şehîdên azadiya Kurdistanê Newroz veguherî sembola berxwedan û azadiyê ji bo gelê Kurdistanê."

Kartal da zanîn ku beriya damezirandina PKK`ê, ji ber zextên dewletên dagirkerên Kurdistanê yên li ser gelê Kurd, Newroz ji naveroka wê derketibû û tu tişt girêdayî nirxên Newrozê tune bû, lê bi derketina PKK`ê û berxwedana zindanan re Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê.

Kartal diyar kir ku berxwedana Kawayê hemdem Mezlûm Dogan a di zindanan Amedê de ji bo gelê Kurd û têkoşeran veguherî bingeha sereke ya berxwedanê û wiha pê de çû: "Ruxmî kêmbûna derfetan û îşkeceyê, Mezlûm Dogan di zindana Amedê de ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya, dizanî ku PKK'ê wê gelê Kurd ber bi azadiyê ve bibe. Ji ber vê yekê di Newroza 1982'an de bedena xwe da ber agir. Piştre PKK'ê di sala 1984'an de Pêngava 15'ê Tebaxê ragihand. Piştî salekê ji vê ragihandinê têkoşîna partiyê li gelemperiya Kurdistanê pêş ket."

'GELÊ KU XWEDÎ VÎNA MAZLÛM DOGAN BÛ, SERÎ JI DIJMIN NETEWAND

Hevserokê Kongra-Gel destnîşan kir ku dewletên dagirkerên Kurdistanê bi hemû rêbazan hewl dan têkoşîna gelê Kurd di şexsê PKK`ê û rêber Abdullah Ocalan de tune bike, ji ber wê jî êrişên mezin li dijî PKK`ê pêk anî nexasim di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de û wiha bilêv kir: "Îradya gelê Kurd ji îradeya Mezlûm Dogan e. Gelê Kurd serî ji dijmin re ne tewand, lê belê li ber xwe da, têkoşiya û Newroz pîroz kir. Bi vê yekê Newroz sal bi sal geş bû û gihaşt pêngava bidestxistina azadiyê."

'BERXWEDANA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û GERÎLA DÎROKÎ NE'

Remzî Kartal got, berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de berxwedaneke dîrokî ye û berxwedana gerîla di sala 2021`an de planên dewleta Tirk û êrişên wê ku têde teknîka pêşketî bikar anî, têk bir û ev tişt got: "Berxwedana rêber Abdullah Ocalan di dîroka gelê me de berxwedaneke dîrokî ye. Hêvî, hêz û îrade da gelê me. Bi van moralan gelê me derbasî sala 2022`an bû."

Kartal wiha pêde çû: "Li vir divê em bi zelalî behsa berxwedana rêber Abdullah Ocalan, HPG`ê û gelê Kurd bikin ku dewleta Tirk xist aloziyekê û nikare xwe jê xilas bike. Ji ber wê jî em ji gelê xwe re dibêjin ku îsal sala tunekirina faşîzmê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Ji bo vê yekê jî divê gelê me xwe li ser vê esasê bi rêxistin bike û tevahî gelê me tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin da ku peyameke xurt bighînin tevahî hêzên cîhanê ku Newroza îsal Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e."

'DIVÊ EM XWE LI SER ESASÊ PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN BI RÊXISTIN BIKIN'

Kartal anî ziman ku divê sala 2022`an de bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber APO û got: "Ji ber wê jî Newroza îsal Newroza rêber APO ye. Ji destpêka salê ve tevahî gelê me bi girseyî beşdarî hemû çalakiyan dibin. Destpêkê ji çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî heta çalakiyên 8`ê Adarê, divê ev çalakî bi awayekî girseyî dewam bikin."

Hevserokê Kongra -Gel Remzî Kartal di dawiyê de ev peyam da tevahî gelê Kurd û Kurdistanê, "Peyama me ji gelê me re ku xwe li ser esasê pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bike û li ser vê esasê planeke rojane, mehane û salane ji xwe re deynin. Ez ê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çi bikim?, çawa dikarim xwe û dostên gelê Kurd tev li qonaxê bikim?. Divê em bi xurtayî, bi hêz û wijdan xwe bi rêxistin bikin da ku sala 2022`an bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan."

(bx)

ANHA