​​​​​​​Berberiya kapîtalîzman û siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyê- AHMET PELDA

​​​​​​​Berberiya kapîtalîzman û siberoja Bakur û Rojhilatê Sûriyê- AHMET PELDA
20 adar, 2022   01:47

Şerê li Ukraynayê bê guman têkoşîna ji bo hegemonyayê ye û ev tê wê wateyê ku bi hilweşîna Sovyetê re statuko û hevsengiyên di destpêka salên 1990'î de çêbûne, bi temamî biguherin. Bê guman ev dê bandorê li herêma me jî li dîroka cîhanê jî bike.

Em ji bîr nekin ku bi hilweşîna Yekitiya Sovyêtê re dewletên nû derketin holê, wekî li rojhilatê Ewropayê serhildanên gel pêk hatin, rêveberiyên serdema Sovyetê hatin hilweşandin û pergalên siyasî guherîn. Ev veguherîn gelekî bi êş bû. Kaosa aborî û siyasî demeke dirêj li van hemû welatan, bi taybetî li Rûsyayê, dewam kir.

Li Rûsyayê burokratên payebilind kargeh, erdên bibereket, tesîsên petrolê yên li welêt desteser kirin. Ji bo serdestiya xwe biparêzin, yekîneyên mafyayê ava kirin û dest danîn ser wan mal û milkan. Lê belê artêşa dewletê, îstîxbarat û burokrat di nava pergala dewletê de li hev hatin. Rastiya ku Pûtîn endamê îstîxbaratê bû, encameke lihevkirineke ji bo şerê desthilatdariyê ye.

Di pêvajoya nû de olîgark ketin pozîsyonên hiqûqî û kardêriyê û bi burokrat û lîderên siyasî re hevkariyên veşartî û vekirî çêkirin. Petrol, gaza xwezayî, genim û madeyên xam ên pîşesaziyê hilberandin û pêşkêşî bazarên cîhanê kirin. Ev yek ji bo wan şenseke mezin bû ku ji aliyê madî ve xurt bibin û pergala patromanyal ava bikin.

Wekî şêxên Ereban ên li Kendavê, lîderên Baasê yên li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, bêyî ku tiştekî hilberînin, bi firotina mal û milkan tercîh kirin ku li ser dahata rantê bijîn. Her wiha ji bo domandina desthilata xwe pergalên otoriter ava kirine. Ew qas ji pergala xwe ditirsiyan ku dewlemendiyên xwe yên şexsî derbasî welatên rojavayî kirin. Li wir jiyan. Dewlemendî bi civakên xwe re parve nekirin.

Rûsya ji bilî çek, alavên fezayê û enerjiya nukleerî nikare tiştekî din hilberîne, ku ev jî mîrateya Sovyetê ye û niha hemû li ber hilweşînê ne. Markayeke ku Rûsyayê hilberandiye, tune ye, berhemên teknolojîyê yên nû tune ne. Lê belê sîxurî ji bo şerê sîber tê meşandin. Ji ber ku bi dahata petrol, gaza xwezayî û genim hema bêje serxweş dibe. Li ser van çavkaniyan hewl da bi rêya şîdetê li axa Sovyetê Împaratoriya Rûsyayê ava bike. Çeçenistan, Qefqasya, Asya Navîn 2014 bi êriş û îxlalkirina Qirimê re dewletên Baltikê jî dike hedef. Her wiha tene bi rêbazên leşkeri mudaxele li Sûriye, Lîbya û Afrîkayê kir. Lê belê Sovyet pergaleke nirxan bû . Dema dev ji van nirxan berda, bû burokratîk û pêvajoya paşveçûnê dest pê kir.

Lê belê bi hêzên sermayeyê wekî Amerîkayê ku xwedî 22 trilyon dolarî ye, Ewropa 17 trilyon û 50 trilyon dolar Japonya û Koreya Başûr û Awistralya re rû bi rû ye. Berevajî vê yekê Rûsya xwedî 1,5 trilyon dolarî ye û pereyê wê yê germ jixwe li navendên fînansê yên Rojava û bi taybetî jî Londonê ne û ji ber cezayên aborî hat cemidandin.

Wekî din, ev hêz xwedî 1- Hişê çêkirî (ai), robot û pîşesaziya giran, 2 - medya, perwerde û pergala îdarî 3 - Derman, berhemên kîmyewî 4 – Çek û 5 - Petrolê û lojîstîk, wesayîtên zirxî û hêza rêxistinî ya NATO'yê ne.

Her wiha şîrket/konsorsiyum gelek mezin bûne. Torên aborî, hilberîn, bazirganî li hemû cîhanê belav dibin. Dewlemendiya şîrketekê bi tene, ji gelek dewletan mezintir e. Bi ser de jî, di jêhatîbûn, personelên jêhatî, rêveberî û stratejiyê de gelekî pêşketîtir in. A rast, ev şîrket mijarên kapîtalîzma lîberal û demokrasiya rojavayî ne. Yên ku aqilê dewletê niha diyar dikin, ev in û bi vî rengî dewletên otorîter ên navendîparêz û xurt qebûl nakin. Di rewşeke bi vî rengî de kapîtalîst, dewleta otorîter a ku pergalê naguherîne, ji pergalê vediqetînin û di nava tecrîdê de dihêlin. Bala xwe bidinê, dema lîsteya cezayan tê amadekirin, bi yekcarî ambargoyê li ser dewletê çênakin. Hin fîrma, rêveber û sermayedar rastî cezayan tên.

Bêyî ku hewceyî bi şerê germ hebe, ji bo ku daxwazên xwe bidin pejirandin, xwedî wê şansê ne ku gelek derfetan bi dest bixin. Di şerê li xaka Ukraynayê de gelek vebijêrk ji bo cezayên aborî bi kar anîn. Her wiha wan bi hêzên çekdar ên wekîl, îstixbarat û hwd, tora ragihandinê Rûsya bi darê zorê xistine pêvajoyeke xirabûyî û wêranker. Yekane fikara navendên siyasî yên bi pêşengiya DYA’yê, ne tenê sekinandina Rûsyayê, sekinandina dagirkeriyê, parastina gelê Ukraynayê ye. Berevajî wê, plan û hesabên xwe hene. Mesela di çavê wan de Rûsya welatekî bi nermî pêşketî ye ku dikare bibe hêzeke herêmî. Berbelavbûna wekî Sovyetan li aliyekî, li herêmên xwe jî, divê bi Rojava re bixebite û entegreyî wê bibe. Mînak, DYA û hevalbendên wê dixwazin li Asya Navîn bi cih bibin û dixwazin li ser axa Rûsyayê jî hebin. Ne tenê dixwazin ji bo bazirganîyê bi cih bibe, ji bilî veberhênana hilberînê, ew dixwazin erdekî pir baş û fireh jî berdest bikin. Dibînin ku bi teknolojiya xwe dikarin tevî şert û mercên xwezayî yên zehmet jî çavkaniyên wê yên binerd û sererd bi kar bînin.

Her wia ji bo ku bikare bi welatên wekî Çîn û Hindistanê re serederiyê bike ku aborî û serjimara wan pir zû mezin dibe, dixwazin Rûsya pê re di nava hemahengiyê de be.

TÊKILIYÊN TIRKIYÊ YÊN BI RÛSYAYÊ RE Û OTORÎTERBÛNA ERDOGAN

Her wekî me li jor jî destnîşan kir, ew hevsengiyên ku piştî hilweşîna Sovyetê çêbûbûn, êdî guherîne. Piştî Bihara Ereban, şerên giran ên li Sûriye û Iraqê, tenê bandor li hêzên herêmî nekir. Bandor li hêzên mezin jî kir. Bendewariyek hebû ku piştî destwerdana DYA’yê ya li Iraq û Efganistanê hikumetên ahengdar ava bibin. Li hemberî vê yekê, berxwedana herêmî destûr neda. Ne tenê şîdeta ku ji aliyê rêxistinên tundraw û hêzên leşkerî ve hat kirin, di heman demê de hevkariyê jî têrê nekir. Ji ber ku şêwaz, demografî, etnîsîte û civak, bawerî û nirxên pergala herêmê bi temamî xwedî taybetmendiyên cuda ne. Çareserî ji nakokî û kaosên domdar re nayê dîtin û hemû civakên herêmê qels dibin.

Bê guman Rûsya ji aloziya ku DYA û Koalîsyon ketinê, sûdê werdigire. Li paşperdeyê jî Çîn heye. Rûsyayê xwest hêza xwe ya leşkerî ji bo careke din bibe hevparê siyaseta cîhanê, bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de Li Sûriye, Lîbya û Afrîkayê bi destê komên paramîlîter bandora xwe çêkir û ji aliyê din ve jî bi Kurdên Başûr, rêveberiya Iraqê, Erebistan Siûdî, Misir û hwd re hevdîtin pêk anîn û ji bo ku hevsendiya li gorî xwe çêke, hêza xwe nîşan da.

Bi taybetî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bi pêş xistin, da ku NATO'yê qels bike. Heta teşwîq kir ku Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya kevneşopî berde û li Sûriye, Qefqasya, Başûr û Lîbyayê hêza leşkerî bi kar bîne. Di pevçûna Azerî-Ermenan de jî bi Tirkiye ji xwe re kir muxatab. Li Sûriyê, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê piştgiriya dagirkeriya Tirk kir û bi xwe jî peyman çêkirin. Wekî din jî di warê S-400, çêkirina santrala nukleerî, gaza xwezayî, bazirganiya xurekê û turîzmê de bi Tirkiyê re bû hevkar.

Vê yekê hişt ku Tirkiye asta polîtîkayên xwe bilind bike, dev ji pêvajoya ketina Yekitiya Ewropayê (YE) û pêvajoya demokrasî berde, berovajî vê yekê otorîteriya Erdogan, bi darbe, şîdeta li ser Kurdan û muxalîfan xurttir kir û pêşî li pergala serokatiyê vekir. Erdogan di wê baweriyê de ye ku xwe ji derxistina saziyên navneteweyî yên mîna NATO, YE û IMF'ê, bi rêya sorkirina pirsgirêkan, yanî bi bombekirina bajaran, tayînkirina qeyûman li şaredariyan, girtina siyasetmedaran, pêşkêşkirina aboriyê ji milyarderên petrole yên Ereb, Azerî, Ozbek, Kazak û Rûsyayê re bi kredî, pere, petrol, bazirganiya narkotîkê, pereyê germ, destûrdayîna pereyê nefermî, dest bi tevgerê kiriye. Mînak; pereyê petrolê yê Başûrê Kurdistanê di Halk Bank a Tirkiyê de digirt. Ji ber ku mîna ku di mijara Reza Zarrab de hate dîtin, ev pere ji bo bikaranîna pereyê bêqeyd bi kar anî. Her wiha li dijî hêzên cuda karta penaberan bi kar anî.

Trump bi dirûşma “Ewilî Amerîka” berê xwe da polîtkayên nîjadperest ên populîst û dev ji meseleyên gerdûnî berda, heta Rojhiata Navîn ji însiyatîfa Erdogan-Pûtîn re hişt û vê yekê jî ew xurttir kir.

BERXWEDANA GERÎLA, RÊVEBERIYA BIDEN Û KRÎZA ABORÎ YA DEWLETA TIRK

Astengiya herî mezin a li pêşiya berfirehbûna Erdogan, Tevgera Azadiyê ye. Berxwedana li Rojava, hem ji aliyê siyasî, leşkerî hem jî ji aliyê aborî ve berdêleke giran bi Erdogan da dayîn. Mînak; di berdêla çalakiyên xwe yên leşkerî yên li Lîbyayê de 4 milyar dolar pere wergirt. Her wiha di bazirganiya navneteweyî ya erzan û petrolê de cih girt. Her wiha li hemberî desteka leşkerî di berdêla xerckirina leşkerî ya li Azerbaycanê de, pereyekî mezin stand. Ya girîngtir jî di bazirganiya petrola Azerbêcanê de bi çêkirina hin hevkariyên olîgarşîk û Aliyev re pere qezenc kir û lêçûnên şer ên dewletê kêm kirin. Lê belê berxwedana li Bakurê Sûriyê lêçûnên leşkerî zêde kirin. Ji ber ku nekarî modeleke ku gel xwedî lê derkeve, derxe holê û neçar e tawîzan bide çeteyan û eşîran. Nexwe mîna ku dem bi dem tê dîtin, ev çete dikarin ji nişka ve li dijî rejîma Erdogan serî hildin.

Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, êrişên ku ji sala 2017'an û vir ve bi prensîba 'lê bide û bi cih bibe' li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kirin, li pêşberî berxwedana gerîla nehatin biencamkirin. Qaşo dê lêçûna tesfiyekirna PKK’ê ji rêveberiya Başûr û PDK’ê bigirta û ji wan re jî cih vekira.

Lê berxwedana HPG'ê hesabê wan têk bir. Li hin deveran leşker danîn lê ev yek bû sedema berdêleke gelekî girantir. Ji aliyekî ve li ber lingên HPG'ê ye, di pozîsyona lêxistinê de ye, ji aliyekî ve neçar e lojîstîkê li vir radest bike û lêçûnên wê binixumîne. Bo nimûne, mecbûr e ku tedbîrên ewlekarîyê bistîne da ku hin leşkerên çekê yan jî xwarinê hilgirin, gelek wesayîtên ji erdê seferber bibin, ÎHA/DRONEs, helîkopter, balafirên ku dê çavdêriya hewayî û piştgirîya leşkerî bikin. Dîsa mecbur e ku bi bombebarna domdar hebûna xwe bide hîskirin, qaşo tevgera gerîla asteng bike û nehêle têkiliyên wan bi gel re çêbin. Malîyeta aborî ya vê yekê pir zêde bû. Li gel vê yekê, bêcezahiştina ji aliyê êrîşên bê encam ên leşkerî ve hatiye afirandin, heye. Û hemû cîhan li vê yekê temaşe dike. Bêguman bi nêrîna li vê yekê re têkiliyên siyasî, dîplomatîk û aborî dinirxînin. Erdogan û TC ku li dijî gerîla ti serketin bi dest nexistine, ne mimkûn e ku rewşa wan baş be.

Hem berxwedana gerîla, hem têkiliya Rûsyayê ya navborî û derketina ji pergala NATO'yê û pergala Rojava û bi tena serê xwe biryardayîn; rastî bertekên DYA û YE'yê hatin. Tevî ku cezayên giran tune bûn jî, têkilî jî sînordar bûn. Ev jî bi tena serê xwe bû sedema aşkerabûna lawaziya aboriya Tirkiyê. Tirkiye di dan û standinên derve, hilberîn, îstîhdam, bazirganiya derve, enflasyonê de bi krîzeke gelekî kûr û demdirêj re rû bi rû ye.

DI ŞERÊ UKRAYNAYÊ DE LÎSTIKA DUALÎ YA DEWLETA TIRK

DYA û welatên Yekitiya Ewropayê li dijî Rûsyayê cezayên gelekî dijwar ên aboriyê ferz kirin. Her wiha bi çekên zêde piştgiriyê dide Ukraynayê û hema bêje artêşa Ukraynayê bi rêya wekîlan li dijî Rûsyayê şer dike. Ev senaryoyek e ku dixwazin şer dirêj bibe. Ji ber ku tê dîtin senaryoya ku piştî ketinê û nekarî xwe li şerê demdirêj ê Efganistanê ragire, niha li Ukraynayê dubare dibe. Bi vê yekê re armanc dikin ku ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve desthilatê biguherînin, heta Pûtîn jî berteref bikin û polîtîkayeke ku bikarin pê bi hev re bixebitin, çêkin. Ew her tim bi rêya hilbijartinan li benda vê yekê bûn. Piştgirî dan muxalefetê, lê nekarîn Pûtîn berteref bikin.

Di rewşeke bi vî rengî de dê hêza leşkerî ya Rûsyayê ya li Sûriyê bimîne, lê hêza wê ya siyasî û biryardayînê dê sînordar bibe. Nemaze heke Îran dan û standinên xwe yên bi Rojava re bi encam bike, ji ambargoyê rizgar bibe, dest bi firotina petrol û gazê bike, dê bêhtir qels bibe. Ji ber ku dema Îran ji pozîsyona xwe ya heyî venegere jî dê Amerîka û hevalbendên wê zêde netengijîne.

Heke Pûtîn naxwaze fatûreyeke giran bide û heke di demeke nêz de bi Ukraynayê re lihevkirinekê çêke, dibe ku helwesta Rûsyayê ya li Sûriyê cuda bibe. Dê bixwaze bandora Amerîkayê kêm bike û li Sûriyê bi bandortir bibe. Di vê rewşê de jî dikare ji bo Tirkiyê bibe sedema pirsgirêkan. Dibe ku li ser Tirkiyê dijwartir be da ku ji herêmên dagirkirî derkeve. Heta dikare tundiyê li Idlib û gelek herêmên li Sûriyê bike da ku sivîl koçî Tirkiyê bikin. Ji ber ku heke bi Ukraynayê re li hev bike, dê Rûsya zêde bendewarî Tirkiyê nebe. Ji ber ku Tirkiyê berê xwe da NATO û YE'yê. Şopên vê yekê diyar in. Pêvajoya YE’yê dê ne wekî berê be, lê belê dê bi rêya gumrikê tawîzên nû bide YE’yê û di berdêla wê de jî dê desteka darayî û razemeniyê bistîne. Rûsya nikare deng derxe, ji ber ku niha li hemû qadan asê bûye. Bi taybetî ji bo Rûsyayê baş xuya dike ku olîgark Tirkiyê bi kar tînin û Tirkiye tev li cezayên rojavayî nabe. Di rastiyê de heke şerê li Ukraynayê bi pêş bikeve, dê Rûsya di vê çarçoveyê de bêhtir hewcedarî Tirkiyê bibe. Di encamê de li Sûriyê bi Tirkiyê re rû bi rû nabe. Lê belê dê were dîtin ku Tirkiye mîna berê bi Rûsyayê re neyê cem hev.

BANDORA QELSBÛNA RÛSYAYÊ YA LI SER ROJAVA

Li Sûriyê dê Rûsya hewl bide pozîsyona xwe biparêze û bibe hêzek. Di encamê de hêzeke xwedî tecrube ya refleksên emperyal e û hesabên wê dibe ku cuda bin. Ji bo vê jî krîz û pevçûn dê bi kêrî wê neyên. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek avantajên xwe hene. Di serî de lêgerîna li çareseriyeke li hundirê Sûriyê, rastiya ku di pozîsyoneke berevajîkirina Tirkiye û çeteyan de ye, îhtîmala lihevkirina bi rejîmê re derfetek e ku Rûsya bêyî ku di çarçoveya aborî û siyasî de zêde berdêlê bide, encamê bigire û hem li dijî Îran û Tirkiyê helwesta xwe biparêze. Lewma heke di hevdîtinên Rêveberiya Xweser û rejîma Esed de bi roleke erênî rabe, astengiyên li Til Koçer û cihên din rake, ji bo ku dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve di nava qada navneteweyî û Ereban de hewldanên wê çêbin, dê wê xurt bike. Li gel vê yekê, heke bi dewleta Tirk re bikeve nava pevçûnê jî dê meşrûiyeta xwe hebe. Ne pevçûn be jî, karên qirêjî yên dewleta Tirk ên li wê herêmê derxe holê jî, dikare bi hêsanî zehmetiyan ji dewleta Tirk re çêke û neçar bihêle ku herêmê biterikîne.

Pir ne pêkan e ku Rûsya wekî berê bi Tirkiyê re hevkariyê bike û ji bo ku Rêveberiya Xweser tehdît bike, însiyatîfan bi kar bîne. Ji ber ku her du alî ji berê qelstir in. Pozîsyonên wan ên aborî û leşkerî gelekî qels bûne. Dê qelstir jî bibin. Her wiha pêvajoya yekitiya berjewendiyan jî qels bûye. Û her du alî jî ber bi aliyên cuda ve diçin.