Pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin

Li gundê Iwêna yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.

Pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin
Pîrozbahiyên Newrozê berdewam dikin
19 adar, 2022   15:05

Şahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve li dibistana gundê Iwêna yê navçeya Qenaya hate lidarxistin.

Şahî bi beşdarbûna bi dehan ciwanên şoreşger û şêniyên navçeyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî, Newroz li rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: "Newroz berhemê xwîna şehîdan e, divê em vê rojê pîroz bikin û meşaleya azadiyê her sal nû bikin."

Piştre xwişka şehîd Newres Kobanê, meşaleya Newrozê pêxist. Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

ANHA