​​​​​​​Meclisa Qanûnsaz: Divê em li hember zilmê meşeleya serhildanê vêxin

Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û got "Em bang li tevahiya gelê herêmê dikin ku tev li vêxistina meşaleya serhildana li dijî zilm û zordariyê bibin, da ku azadî û aştî mîsoger bibe."

​​​​​​​Meclisa Qanûnsaz: Divê em li hember zilmê meşeleya serhildanê vêxin
19 adar, 2022   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Newrozê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Îsal du bone bi ser me de tên, a yekemîn trajedîk e ku ew jî salvegera 4`emîn a dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê re ye û ya duyemîn jî serkeftina li dijî zilm û zordariyê ye ku ew jî cejna Newrozê ye.

Dema em behsa ya yekemîn dikin, divê em kiryarên dewleteke kiryarên terorîst li dijî gelê herêmê pêk dianî, di bîra xwe de bînin. Em dizanin ku teror bi sûcên olî yan jî taifî û komên çekdar ve ne sînordar e, lê belê jê xerabtir û tundtir heye ku ew jî terora dewleta Tirk a endama NATO`yê ye ku niha dixwaze bibe endama Yekitiya Ewropa jî."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Behsa kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, hewceyî yan jî pêwîstî bi lêkolîneke kûr û hûr nake ji wê zêdetir armanc û endamên wê yên pêşerojê divê werin lêkolînkirin. Ji ber ku qetilkirin, koçberkirina komî û guhartina demografiya herêmên Sûriyê, nexasim ên Kurdan nakeve çarçoveya siyaseta bapîrên Osmaniyan, lê belê hedef û armancên ji wiha kûrtir û dûrtir hene, ji wan parçekirina herêmên Sûriyê da ku tecrûbeya Qubrisê dubare bibe, li aliyekî din jî li van herêman sûrî bibin çete û kengî were xwestin xizmeta ajandeyên dewleta Tirk bikin."

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku herêmên dewleta Tirk dagir kirine ji serçeteyên DAIŞ`ê re bûne herêmên bi ewle, li nêzî nuqteyên dewleta Tirk serçete Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebdullah Qerdaş hatin kuştin, ev jî xeteriya herêmên sûrî yên ku dewleta Tirk dagir kirine derdixe holê û nîşaneyên piştgiriya wê ji DAIŞ`ê re dide der.

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Tevî van sûc û binpêkirinên hêzên navneteweyî pêk tînin, cejna Newrozê li pêşiya me ye ku du xalan tîne bîr mirov a yekemîn, berdewamkirina vêxistina meşeleya berxwedanê û ya duyemîn jî serkeftina li dijî zilim û zordariyê ye. Em bi hêvî ne ku meşaleya Newrozê bê li Efrînê were vêxistin û hemû gel azad bijîn."

(eh)