​​​​​​​Şêniyên Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir          

Şêniyên herêmên başûrê kantona Hesekê bi xwepêşandanekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên ku li Efrînê pêk tên, şermezar kirin.      

​​​​​​​Şêniyên Hesekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir          
19 adar, 2022   13:24
HESEKÊ

Çalakiyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê didomin. Bi sedan şêniyên herêmên başûrê Hesekê Şedadê, Erîşa, Hedadiyê, Merkedê û Daşîşê xwepêşandanek li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/03/19/115250_dsc_0597.webp

Xwepêşandan bi beşdariya nûnerên gelek saziyên sivîl û şêniyan li ber avahiya meclisa navçeya Şedadê dest pê kir û li ber avahiya Partiya Sûriya Pêşarojê sekinî.

/ar/uploads/files/2022/03/19/115309_dsc_0598.webp

Endamê Meclisa PYD’ê Mistefa Ehmed got: "4 sal berê hêzên me li hember êrişên dagirkeriya Tirk, balafir, top û bi hezaran çeteyên ku destekê didin wan, berxwedaneke lehengî ya ku 58 rojan meşand."

Mistefa Ehmed wiha lê zêde kir: "Xeyal û planên dagirkeriya Tirk dê têk biçin. Em hemû dizanin ku dagirkeriya Tirk hewl dide projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike, lê bi biratiya gelan û îradeya pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan em ê dagirkeriyê têk bibin û heta rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî em ê berxwedanê zindî bikin."

/ar/uploads/files/2022/03/19/115334_dsc_0565.webp

Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir û di 18'ê Adara 2018'an de piştî berxwedana gelê Efrînê û hêzên wê ya 58 rojan, Efrîn dagir kir.

(dx)

ANHA