​​​​​​​Washington: Em ji hewldana eşkere ya rewakirina Esed bi fikar in

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê têkildarî serdana Beşar El-Esed a li Îmaratê daxuyaniyek da û got "Em ji vê hewldana eşkere ya rewakirina Esed bi fikar in.”

​​​​​​​Washington: Em ji hewldana eşkere ya rewakirina Esed bi fikar in
19 adar, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price têkildarî serdana Beşar El-Esed a Îmaratê got: "Hewldaneke eşkere ya rakirina El-Esed e. Ew berpirsê qetilkirin û koçberkirina zêdetirî nîvê gel Sûriyê ye. Zêdetirî 150 hezar sûrî hatin girtin û windakirin.”

Li gorî tora El-Hurra wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken da zanîn ku ew piştgiriya vegera El-Esed nakin û got: “Me ev helwesta xwe ji şirîkên xwe re zelal kir. "

Ned Price diyar kir ku DYA dê cezayên li ser Sûriyê raneke û dev jê bernede jî, heta ew dê destekê nede xebatên ji nû ve avakirinê, heta ku çareseriyeke siyasî dernekeve holê û got: “Em pabendî pêkanîna xebatan bi şirîk û hevalbendên xwe û NY`yê re ne da ku çareseriyeke siyasî ya mayînde pêk were.”

(eh)