​​​​​​​' Em hêvî dikin ku Newroza 2022'an bibe cejna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan' 

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Newrozê wekî cejna hemû pêkhateyan nirxandin û hêvî kirin ku Newroza sala 2022'an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.

​​​​​​​' Em hêvî dikin ku Newroza 2022'an bibe cejna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan' 
19 adar, 2022   00:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe amade dikin ku bi hev re beşdarî çalakiyên cejnê bibin ku dê li gelek herêmên cuda bên lidarxistin.

' NEWROZ ÇIRÛSKA AZADIYÊ YE '

Îsa Denho Denho ji pêkhateyê Suryan ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi zimanê xwe yê suryanî Cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Cejna Newrozê nîşaneya çirûska azadiya me hemûyan e û ev yek di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku civakeke hevgirtî ava kir, diyar bû."

' EM SURYAN HÊVÎ DIKIN KU NEWROZA 2022'AN BIBE ZADIYA RÊBERTÎ '                     

Îsa Denho Denho wiha lê zêde kir: "Em hêvî dikin ku Newroza sala 2022'an bibe azadiya rêber Ocalan, ji ber ku ji mafê rêbertî ye ku di nava gelê xwe de bijî. Tecrîda giran ku dewleta Tirk li ser rêbertî ferz kiriye ne li gorî yasaya navneteweyî û mirovî ye."                                            

Welatiya bi navê Talîn Diyaedîn ji pêkhateyê Çerkes ê bajarê Minbicê ye Cejna Newrozê pîroz kir ku got, Newroz cejna hezkirin û aştiyê ye.

' EM Ê BEŞDARÎ CEJNA NEWROZÊ BIBIN '               

                   

Talîn Diyaedîn diyar kir ku ew çand û folklora Çerkes di pîrozbahiyên Newrozê de nîşan bidin û got: "Em jî bi hatine vê cejnê kêfxweş in."

' EM Ê BI HEV RE PÎROZ BIKIN Û BIGIHÊJIN AZADIYÊ '

Welatiya ji pêkhateya Ereb ji navçeya Çilaxa ya Qamişloyê Emel El-Nezal anî ziman ku Newroz ne tenê ji Kurdan e, lê hemû gelên ku di rêya azadiyê de dimeşin Newrozê weke cejneke mezin bi nav dikin û got: "Em ê Newroza îsal bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê Abdullah Ocalan ku gel li ser yek prensîb û yek armancê ji bo bidawîkirina bêedaletî û koletiyê li hev kom kir, pîroz bikin."

Emel El-Nezal wiha dom kir: "Em bi hev re li ser axa xwe dijîn, em ê bi hev re Newrozê pîroz bikin û azadiyê bi dest bixin û em rê nadin ku tu kes destdirêjî li birayên me bike, ji ber ku ji bo parastina axa xwe em hemû bira ne."

Emel El-Nezal Newroz li dayik û hevjînên şehîdan û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.

(dx)

ANHA