'Civata navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e'

Hiqûqnas Hisên Naso anî ziman ku sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, li gorî hevpeymana Roma ya 1998`an dikeve çarçoveya sûcên şer û got, civata navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re li hemberî van sûcan bêdeng e.

'Civata navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e'
19 adar, 2022   07:41
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Têkildarî helwesta rêxistinên hiqûqî û mirovî li ser dosya Efrînê, endamê Komîteya Rêveber a Desteya Qanûnî ya Kurd a li Ewropayê parêzer Hisên Naso bi rêya telefonê ji ANHA`yê re axivî.

ꞌLI GORÎ HEVPEYMANA ROMA YA 1998`AN SÛCÊ ŞER Eꞌ

Hiqûqnas Hisên Naso îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji dema ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin ve, sûcên herî hovane li dijî niştecihên sivîl ên Kurd pêk tîne û got: "Li gorî madeya 8`an a hevpeymana Roma ya bingehîn a 1998`an û raporên rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, di serî de rapora Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi Sûriyê, ev sûc dikevin çarçoveya sûcên şer."

Naso bêdengiya civata navneteweyî û hêzên navneteweyî, di serî de rêxistinên hiqûqî bi berjewendiyên wê yên siyasî û aborî yên bi dewleta Tirk a dagirker re û endamtiya dewleta Tirk a NATO`yê ve girê da û got: "Di heman demê de sedema bêdengiyê li erdnîgariya wê vedigere ku wê ji hesabxwestinê diparêze."

Parêzer Hisên Naso nêzîkariya civata navneteweyî bi dozên gelan re bi dualîtî bi nav kir û wiha dewam kir: "Civata navneteweyî berjewendiyên siyasî û aborî di ser hiqûq û azadiyan gelan re digire. Liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê mînaka herî ber bi çav a vê yekê ye."

ꞌEFRÎN NUQTEYA BELAVKIRINA ÇETEYAN Eꞌ

Têkildarî xeteriyên li ser herêmên dagirkirî, di serî de Efrîn ku bûye nuqteya belavkirina çeteyan, hiqûqnas Naso got: "Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk bi deh hezaran çekdarên radîkal, terorîst û malbatên wan ên li Şam, Himis, Hema û Helebê yên ku lihevkirina bi rejîmê re red kirin, li Efrînê li malên koçberên Kurd bi cih kirin, da ku demografiya herêmê, nasnameya neteweyî ya kurdî biguhere û veguherîne kaniya terorîstan."

Hisên Naso bal kişand li ser sûcên ku li Efrînê têne kirin û diyar kir ku rojek derbas nabe bêyî ku li Efrînê şer di navbera çeteyan de dernekeve û bi çavdêriya MÎT'ê sivîl ji bo fidiyê tên revandin, sûcên dizî û qetilkirin û îşkencekirin têne kirin.

Parêzer Naso bi domdarî got: "Dewleta Tirk komên çekdar ji bo pêkanîna ajnîdeyên xwe kirê kirine û ew kirine çete. Her wiha ew beşdarî şerê li Lîbya û Qerebaxê kirin û niha jî wan beşdarî şerê li Ukraynayê dike. Vê yekê hişt ku Rûsya komên sûrî yên nêzî rejîmê wekî çete  di şerê xwe yê li dijî Ukraynayê de bi kar bîne.

ꞌDIVÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK WERIN TEŞHÎRKIRIN'

Endamê Komîteya Rêveber a Desteya Qanûnî ya Kurd a li Ewropayê parêzer Hisên Naso îşaret pê kir ku divê sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dosya, delîl û şahidan li pêşberî rêxistin û saziyên hiqûqî yên navneteweyî û Komîteya Lêpirsînê ya Navnteweyî ya taybet bi Sûriyê, her wiha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan  werin teşhîkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku ji destpêka salê ve, MIT a Tirk û çeteyên wê deh welatî qetil kirine, her wiha 96 revandin ji wan 11 jin û 5 zarok in. Li aliyekî din jî zêdetirî 5 hezar darên zeytûnê birîn, 6 şûnwar wêran kirine û bi armanca guhartina demografiya herêmê mizgeft li gundên êzidiyan ava kirine.

(eh)

ANHA