Rojnameyên erebî: Piştî 11 salan yekem car Beşar El-Esed serdana dewleteke Ereban kir

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî serdana Beşar El-Esed a li Îmaratê, têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyê de û dosyaya xêzkirina sînoran a Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Piştî 11 salan yekem car Beşar El-Esed serdana dewleteke Ereban kir
Rojnameyên erebî: Piştî 11 salan yekem car Beşar El-Esed serdana dewleteke Ereban kir
Rojnameyên erebî: Piştî 11 salan yekem car Beşar El-Esed serdana dewleteke Ereban kir
19 adar, 2022   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

`EL-ESED LI ÎMARATÊ XURTKIRINA TÊKILIYAN NÎQAŞ KIR`

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Ji 2011’an ve cara yekemîn e ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed serdana Îmaratê kir. Bi cîgirê serokê dewletê, serokê Meclisa Wezîran Şêx Mihemed Bin Raşid re civiyan. Her wiha bi cîgirê fermandarên payebilind a hêzên çekdar şêx Mihemed Bin Zayid re xurtkirina hevkariyê di navbera her du welatan nîqaş kirin.  

Şêx Mihemed Bin Zayid û Şêx Mihemed Bin Raşid serdan bi erênî nirxand û got ew hêvî dikin ewlehî û aştî li welêt bi giştî pêk were. Her wiha pêşxistina hevkariyê di navbera her du welatan de destnîşan kir."

‘TEVGERÊN ERDOGAN HEWLDANÊN PÊŞXISTINA TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYÊ SAR DIKIN’

Der barê têkiliyên di navbera Misir û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Dewleta Tirk bi zanabûn, dem bi dem peyaman ji Misirê re dişîne ku ew dixwaze di aliyê siyasî de pêşxistina têkiliyan berdewam bike. Lê Misir bê deng e, ji ber ku li gorî çavdêran tiştên Enqere pêşkêş dike, ji yên Qahîre dixwaze kêmtir in.

Lêkolînerê kar û barên tevgerên îslamî Ehmed Sultan got: “Derketina Yasir El-Umde ji Tirkiyê, hemwextî tevgerên Recep Tayyîp Erdogan ji bo normalîzakiirna têkiliyên bi Erebistana Siûdî û Îmaratê re û tevlihevkirina têkiliyan bi Qahîrayê re, bandorê li pêbaweriya Qahîreyê ya bi Tirkiyê dike û derfetên pêşxistina têkiliyan kêm dike."

‘BEYRÛT LI BENDA BERSIVA WASHINGTONÊ YE’

Girêdayî dosyaya xêzkirina sînoran a Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Serokê Lubnanê Mîşel Ewn, serokê parlamentoyê Nebîh Berî û serokê hikumetê Necîb Mîqatê li hev civiyan û pêşniyara navbeynkarê Amerîkayê Amos Hochstein a têkildarî xêzkirina sînorên deryayî di navbera Lubnan û Îsraîlê de nîqaş kir. Di encamê de bang li DYA`yê kirin ku hewldanên xwe ji bo temamkirina dan û standinên xêzkirina sînorên deryayî berdewam bike bi şêwazê ku berjewendiya Lubnanê û îstiqrarê li herêmê biparêze."

(şx)