MSD’ê li Viyanayê semînerek li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk li Viyanayê têkildarî çareseriya li Sûriyê semînerek li dar xist.

MSD’ê li Viyanayê semînerek li dar xist
19 adar, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) duh li navenda meclisê ya li paytexta Awisturyayê Viyanayê semînereke diyalogê li dar xist.

Di semînerê de hevserokê MSD'ê Riyad Derar, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî, gelek kesayetên ji opozîsyona Sûriyê û nûnerên partî û rêxistinên Sûriyê tev lê bûn.

Di semînerê de girîngiya diyalogê ji bo nêrîn û stratejiyeke hevbeş û çareseriya krîza Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

(dx)