​​​​​​​KNK: Bila Newroza 2022’yan bibe çeperê yekitî û tifaqa navxweyî

KNK’ê bi boneya Newrozê peyamek weşand. KNK’ê got “Bila Newroza 2022’yan bibe çeperê yekitî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.”

​​​​​​​KNK: Bila Newroza 2022’yan bibe çeperê yekitî û tifaqa navxweyî
19 adar, 2022   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir.

Peyama KNK’ê wiha ye:

“Di dîroka Kurdistanê de, her dem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxedanê ye, Newroz roja serkeftina li hember zulmê ye, Newroz cezna azadiyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestiyê pêk hatiye. Li dijî zilmê, koletiyê, dagirkeriyê, kolonyalîzmê û her reng bindestiyê bûye sembola rizgarî û azadiyê.

Îro gelê Kurd, bi keda xwe ya salan û bi bedelên mezin, Newroz kirine şahiyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadiyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warên jiyanê de, Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadiyê. Her çend gelek miletên din yên hermê jî, Newrozê weke cejna xwe dibînin û pîroz dikin, lê Kurdan bi berxwedan û têkoşîna salan naveroka Newrozê ya berxwedan û azadiyê ji nûve derxistin holê û li cîhanê dane naskirin. Îro di asta navneteweyî de Newroz weke cejna gelê Kurd tê naskirin.

Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Li Rojhilat û li Bakurê Kurdistanê, dewleta Îranê û dewleta Tirkiyê hewl didin ku naveraoka Newrozê vala bikin û wê ji wate ya wê dûr bixin. Lê li rojhilat û li bakurê Kurdistanê jî, li gel hemî astengiyên dagirkeran, disa jî Newroz bi wateya xwe tê pîrozkirin û agirê rizgarî û azadiyê gurtir tê hilkirin.

Bi Newrozê re em dest bi salekî nû dikin. Sala derbasbûyî di hemî waran de bû salekî ya têkoşînê. Ji niha ve diyare ku wê îsal jî bibe salekî ya têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek aliyan ve êriş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî deskevtên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrişekî mezin de ye. Di şer û êrişên xwe de normên hiqûqî û exlaqî nas nakin. Sala derbasbûyî de ji 300 çaran zêdetir çekên kîmyewî kar anîn. Dewleta Îranê jî mafên gelê me nasnaki û bi hemî awayî gel û çalakvanên me hedef digre. Herçend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewamin. Pirsgirêka deverên dabirayî nehatiye çareserkirin û rewşa van deveran nebaşe. Dijminên me jibo lewazkirin û têkbirna statuya federal, li ser kar in û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrişên dewleta Tirk berdewamin. Rejîma Sûriyê jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têkbibin. Tehdît û xeteriya DAIŞ’ê jî berdewa me.

Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêzên parastinê bêne xurtkirin, divê êrişên dijminan bêne şkênandin, divê deskeftên heyî bêne parastin û deskevtên nû bêne bi destxistin. Jibo van hemiyan divê di sêrîde yekrêziya nav mala Kurdî bê avakirin û yekîtiya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadiyê. Em dibêjin dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye, divê Newroz bi vê şîarê bê pîrozkirin.

Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û bi şîara dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye, pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, em ê wekî salan dakevin qadan û Newrozê bi rihê berxwedan û azadiyê pîroz bikin. 

Di vê qonaxa girîng a pêvajoya têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de, agirê Newrozê divê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yekitiya gel û neteweya Kurdistanê.

KNK bi vê bîr û baweriyê Newroza hemû Kurd û kurdistaniyan bi dilgermiya neteweyî û niştimanî pîroz dike.

Bila Newroza 2022’yan bibe çeperê yekitî û tifaqa navxweyî û serkeftinên mezintir.

Dem dema azadiyê ye. Dem dema serkeftinê ye.

Newroz pîroz be!”