Saziya Gaziyên Şer sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kir

Saziya Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku dawî li van sûcan bînin da ku aşitî û aramî Sûriyê pêk were.

Saziya Gaziyên Şer sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kir
18 adar, 2022   13:10
MINBIC

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê cîgira hevserokê Saziya Gaziyên Şer li herêma Firatê Mamoste Kobanê û bi zimanê erebî jî ji aliyê yek rêveberê saziyê Mihemed Xêr ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê gel û birîndarên şer ên li herêma Firatê, em dagirkirina Efrînê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar dikin.

Li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ku bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatin, berxwedaneke lehengane ye 58 rojan hate raberkirin.

Em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku dawî li van sûc û binpêkirinên dewleta faşîst bînin, da ku aştî û aramî li hemû bajarên Sûriyê û bi taybet li Efrînê pêk were ji bo koçber vegerin warên xwe.

Her wiha em bang li wan dikin ku hêz û rêveberiyên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî hemû kongreyên navneteweyî bikin da ku Sûriyeke demokratîk û nenavendî ava bibe.

Berxwedana gelê Efrîn û Hêzên Rizgariya Efrînê wê heta rizgarkirina Efrînê û têkbirina dagirkeriyê ji hemû bajaran bidome."

(dx)

ANHA