Gerîlayên azadiyê li her deverê agirê Newrozê geş dikin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi coş û morelek mezin li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê geş dikin û cejnê pîroz dikin.

Gerîlayên  azadiyê li her deverê agirê Newrozê geş dikin
18 adar, 2022   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojên dawî li gelek qadên çiyayên Kurdistanê komên gerîla agirê Newrozê dadan.

Li yek ji wan qadan bi dehan gerîla li hev civiyan û li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Gerîlayan stran gotin û Newroza îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.