Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist

Şêniyên Til Berak bi xwepêşandanekê dagirkirina Efrînê û sûcên li wir têne kirin şermezar kir û bal kişand ser girîngiriya rizgarkirina Efrînê.

Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist
Şêniyên Til Berak li dijî dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li dar xist
18 adar, 2022   12:05
QAMIŞLO

Di çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şêniyên Til Berakê yê kantona Qamişlo îro bi xwepêşandanekê ku li ber çerxerêya Firnê li başûrê navçeyê dest pê kir, sûc û binpêkirinên ku li pêş çavên civata navneteweyî li dijî gelê Efrînê pêk tên, şermezar kir.             

Xwepêşandêr li çarxerêya şehîdan rawestiyan, piştre yek ji endamên rêveber a Meclisa navçeya Til Berak Elî El-Ehmed hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û fedekariya gelê Efrînê anî ziman, her wiha bal kişand ser berdewamiya têkoşînê heta rizgarkirina Efrîn û herêmên din û derxistina dewleta dagirker a Tirk ji wan herêman.

Yek ji endama rêveber a Kongra Star Henan Silêman jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên têkbirina îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya wan a demokratîk şermezar kir û bal kişand ser girîngiya rizgarkirina Efrînê ku bi hezaran koçber pêşwazî kiribûn û cihê herî bi ewle bû.

(dx)

ANHA