​​​​​​​Li Qamişlo meşeke girseyî ji bo Efrînê hate lidarxistin

PYD`ê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana gelê Efrînê em ê dagirkeriyê têk bibin" meşek li bajarê Qamişlo lidar xist. Bi hezeran koçberên Efrînê û şêniyên Qamişlo tev li meşê bûn.

​​​​​​​Li Qamişlo meşeke girseyî ji bo Efrînê hate lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo meşeke girseyî ji bo Efrînê hate lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo meşeke girseyî ji bo Efrînê hate lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo meşeke girseyî ji bo Efrînê hate lidarxistin
​​​​​​​Li Qamişlo meşeke girseyî ji bo Efrînê hate lidarxistin
17 adar, 2022   15:50
QAMIŞLO

Bi boneya salvgera 4`emîn a dagirkirina Efrînê bi hezeran şêniyên bajarê Qamişlo ji Kurd, Ereb û Suryan, her wiha koçberên Efrînê ku li bajar dijîn li taxa Kornîş kom bû û ji bo şermezarkirina dagirkirin û sûcên li dijî Efrînê meşek lidar xist.

Di meşê de şaxên zeytûnan, ala PYD`ê, Kongra Star, wêneyên şehîdên berxwedana Efrînê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa şermezakririna dagirkirin, talankirin, guhertina demografî û etnîk li Efrînê hatin hildan.

Meş ji kolana Şehîd Rênas a taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin "hatin berzkirin. Meş li pêşiya avahiya Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê PYD`ê Feyrûşah Remedan axivî, şehîdên berxwedana Efrînê, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî nû berxwedana gelê Efrînê silav kir.

Feyrûşah Remedan wiha domand: "Berxwedana Efrînê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî bû. Dewleteke weke dewleta Tirk ji xurtirîn dewletan e û çekên pêşketî li gel wê heye piştî 58 rojan derbasî Efrînê bû."

Remedan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk gelê Kurd destpêkê ji Efrînê û heta Dêrik qir bike, û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi rihê berxwedana Efrînê destkeftî û hebûna xwe biparêzin û têkoşîn û hevgirtina xwe di hemû astan de bilind bikin heta ku em Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî  rizgar bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirinê û silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê bidawî bû.

 (bx)

ANHA