Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin

Li Kobanê û Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan kesî Cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
Newroz li Kobanê û Qamişlo hat pîrozkirin
17 adar, 2022   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên Cejna Newrozê berdewam dikin.

KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Sûriyê- Herêma Firatê bi boneya Cejna Newrozê şahiyek bi beşdarbûna bi dehan şêniyan ji bajarokê Taşlok li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a  Sûriyê- Herêma Firatê Hebûn Xelîl axivî û got: "Mîna ku bi dehan ciwanan bi bedena xwe agirê Newrozê dadan û li hemberî dijmin û faşîzmê sekinin, em ê têkoşîna wa heta serkeftinê berdewam bikin."

Hevserokê Meclisa Navçeya Şêranê Xelîl Îsmaîl jî behsa dîroka Newrozê û girêdana gelê Kurd bi vê boneyê, her wiha berxwedana Kawayê Hesinkar a li hemberî zulmê kir. Îsmaîl got, bi rihê Newrozê wê gelê Kurd bi ser bikeve, dijmin û dagirkeran têk bibin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin.

Piştî axaftinan şêniyan bi diruşmeyan agirê Newrozê dadan û li ber stranan govend gerandin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, bi beşdarbûna xwendekaran, Tevgera Xwendekarên Demokratîk şahiyek li Stada Heysem Kiço li dar xist.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nîşan Herekol Newroz li gelên herêmê pîroz kir û got: "Ev cejn cejna rêberê me Abdullah Ocalan e û cejna 50 salî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye."

Piştre komên Dengda, Saz û Awaz û Çîçekên Kurdistanê stran gotin, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/76IVvsSJTc0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>