Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Tebqayê bi meşekê dagirkirina Efrînê û bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Tebqayê hate şermezarkirin
17 adar, 2022   14:38
TEBQA

Bi diruşma "Efrîn ê xwediyê wê ye, dê vîna gelan bi ser keve û bijî berxwedana serkeftinê" Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xwepêşandaneke girseyî ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Efrînê, li dar xist.

Di xwepêşandanê de bi sedan şêniyên herêmê, di nav de nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, nivîsgeh û komîteyên jinan amade bûn.

Meş ji taxa Ewel ber bi navenda çandê ve dest pê kir, tê de beşdaran pankartên "Ereb, Kurd, Suryan û Çeçen di yek xendekê de li dijî dagirkeriya Tirk in" hatin vekirin û diruşmên silavkirina berxwedana Efrînê hatin berzkirin.

Meş li ber navenda çandê veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Huda El-Ewan li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê axivî û berxwedana "Jin, mêr û zarokan ku di oxira vê xaka şînkayî ya paqij de canê xwe daye" silav kir.

Huda El-Ewn da zanîn ku berpirsê vê yekê ew e ku sûriyên li pey terora dagirkeriya Tirk diçin û wiha got: "Em civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan ku li hember terora dewleta Tirk a dagirker bê deng in û muhasebe nakin rexne dikin."

Huda El-Ewn ev tişt anî ziman: "Em ê li ser şopa şehîdan, fikir û felsefeya rêber Ocalan û projeya wî ya bi banga yekkirina ol, etnîk û pêkhateyan kiriye bimeşin û xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û dijmin ji Sûriyê derxin."

Di dawiyê de diruşma hatin berzkirin ku bang li civata navneteweyî  û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdana lezgîn bikin û dewleta Tirk li ser sûcên wê muhasebe bikin.

(fr)

ANHA