Li Şehbayê mayînek teqiya: 3 kes birîndar bûn

Li navçeya Ehdasê ya Şehbayê ji ber teqîna mayînekê ji malbatekê 3 kes birîndar bûn.

Li Şehbayê mayînek teqiya: 3 kes birîndar bûn
17 adar, 2022   14:18
ŞEHBA

Li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê bavek û du zarokên xwe birîndar bûn. Şêniyan birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Kesên birîndar ev in; Riyad Ebdullah Elo (34), Ayat Riyad Elo (5) û Îbrahîm Riyad Elo (11). Birîndar ji gundê Badîna yê navçeya Racoya kantona Efrînê ya dagirkirî ne.

ANHA