Şêniyên Kobanê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, li rûmeta xwe xwedî derkevin" derketin xwepêşandanê û sûcên artêşa Tirk a dagirker şermezar kirin.

Şêniyên Kobanê dagirkirina Efrînê şermezar kir
17 adar, 2022   13:46
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe da Qada Şehîd Egîd a bajêr û tev li xwepêşandanê bûn û dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.

/ar/uploads/files/2022/03/17/115442_haly-mqatah-kwbany-yntfdhwn-lajl-thryr-afryn-fy-thkra-ahtlalha-alrabah-28629.webp

Li Qada Jina Azad hevseroka Desteya Darayî ya herêma Firatê Firyaz Berkel dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir.

Firyaz Berkel got gelê ku li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin bûye dê bi ser bikeve û got: "Wan dizanî ku gelê ku li ser vê ramanê mezin bûye îradeya wan nayê şikandin, lewma ew dagir kirin û gelê wê koçber kirin û axa wê şewitandin."

Firyaz Berkel di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku ji şerê taybet haydar bin.

/ar/uploads/files/2022/03/17/115405_fryar-brkl.webp

Cîgirê hevserokên Zanîngeha Kobanê Mihemed Reşîd jî destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê ji bo cîhanê şermek e û bi destpêkirina êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê re hemû cîhan bê deng ma û hikumeta Şamê ku her tim digot Efrîn beşeke axa Sûriyê ye, tu helwest nîşan neda.

/ar/uploads/files/2022/03/17/115417_mhmd-rshyd.webp

(dx)

ANHA