Li Reqayê agirê Newrozê hate vêxistin

Îro bi boneya cejna Newrozê li qada navendî ya bajarê Reqayê agir hate vêxistin.

Li Reqayê agirê Newrozê hate vêxistin
17 adar, 2022   13:09
REQA

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş li qadê Newroz li tevahiya gelê Sûriyê û gelê Kurd pîroz kir.

Hevserokan diyar kir ku Newroz sembola rizgarkirina ji zilm û zordariyê ye û bang li gelê Sûriyê û yê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi Kurdan re cejna Newrozê pîroz bikin.

/ar/uploads/files/2022/03/17/112029_alidarh-althatyh-twqd-shalh-nwrwz-fy-sahh-mqrha-balrqh-28529.webp

Her wiha beşdaran agirê Newrozê vêxist û li dora agir govend gerand.

(eh)

ANHA