Desteya Hundirîn têkildarî pîrozbahiyên Newrozê biryarnameyek derxist

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê biryarnameyek weşand û gelek tedbîr girtin.

Desteya Hundirîn têkildarî pîrozbahiyên Newrozê biryarnameyek derxist
17 adar, 2022   13:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê biryarnameyek ragihand. Di biryarnameyê de wiha hate gotin:

"Em cejna Newrozê li hemû gelên xwe û gelên cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bi aramî û aştî derbas bibe.

Li ser vê yekê em hêvî dikin ku her kes li gorî tedbîrên ewlekariyê tev bigerin ku ev jî ev in:

- Ji roja yekşemê (20.03.2022) saet 06:00`an heta roja sêşemê (22.03.2022`) saet 06:00`an kamyon û sehrîc dernakevin trafîkê.

- Ji roja înê (18.03.2022) saet 06.00’an heta roja sêşemê (22.03.2022) saet 06:00 motorsîklêt bi hemû cureyên xwe ve heta leşkerî, tev nagerin.

- Têkildarî dergehên hundirîn ji roja duşemê (21.03.2022) saet 06:00’an heta roja sêşemê (22.03.2022) saet 06:00’an, derbaskirina kel û pelan bi hemû cureyên xwe ve û ferdan qedexe ye.

- Derveyî qanun û sîstemên heyî qedexe ye ku welatî, leşkerî û hêzên ewlekariyê gule û fetaşeyan bi kar bînin. Dema ev yek pêk hat dê li gorî qanûnê werin cezakirin û heta ku çek ruxsetkirî bin jî dê werin desteserkirin.”

(eh)