​​​​​​​TEV-DEM: Sûcên dewleta Tirk li Efrînê projeya herî xeter li dijî îradeya gelên herêmê ye

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî qirkirineke komî li dijî Kurdan pêk tînin û bang li hemû rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, sazî û rêxistinên civaka sivîl kir ku bi lezgînî helwesteke xurt nîşan bidin da ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe.

​​​​​​​TEV-DEM: Sûcên dewleta Tirk li Efrînê projeya herî xeter li dijî îradeya gelên herêmê ye
17 adar, 2022   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

TEV-DEM`ê bi boneya salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"4 sal di ser dagirkirin Efrînê re ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, derbas bûn. Kemerek ji hesin û agir û bi sedan komên çete ku navên bitirs li xwe dikin da ku herêmê bitirsînin, ferz kir. Ev bi çavdêriya rasterast a dewleta Tirk hate kirin. Şêniyên Efrînê rastî sûcên derexlaqî, sûcên ku rojane li dijî Kurdan têne kirin, tên. Tenê ji ber ku Kurd in. Rewşên zehmet ên jiyanî li ser wan ferz dikin û mal û milkên wan her wiha çavkaniya jiyana wan, desteser kirine. Çi gunehê zarokê Efrînê ye ku di nava karesateke bi vî awayî ji êş û zehmetiyan di navbera dagirkirin û koçberkirinê de bijîn. Civaka navneteweyî jî çavên xwe ji sûc û hovîtiya dewleta Tirk re digire. Derfet da dagirkirina herêma Efrînê ku cihê herî ewle û aram bû.

Dagirkeran gundên Efrînê veguherîne navenda teror û cihê leşkerkirina çeteyan. Ji bilî revandin, kuştin û binpêkirinên ku rojane têne kirin. Bi vê yekê Efrîn, gundewar, şênî û xwezaya wî bûne êsîra di bin rehmeya komên çete û dewleta Tirk. Ji ber hemû giraniya xwe ya siyasî û aborî xistiye projeya "Mîsaqa Millî". Bûdçeyeke ji bûdçeya mezintirîn bajarên Tirkiyê ji bo Efrînê diyar kir û ew jî bi rêya siyaseta guhertina demografîk û avakirina baregehên bicihkirina çeteyên biyanî tê de. Em vê projeya tirkî ya xeter mîna bombeyeke teqîner a li dijî îradeya gelên herêmê dibînin û ji siyasetên herî radîkal li hember îrade û nirxên gelên me li Efrînê ye.

Şêniyên resen ên Efrînê ku 58 rojan li ber xwe dan û parastina herêm, nirx û dîroka çandî kir. Ji ber vê jî bi navê Berxwedana Serdemê li dijî mezintirîn dewletên ku çek û teknîka pêşektî bikar tîne, hate naskirin. Ji ber vê jî gelê me neçar dikin ku di nava du karesatên rêxistinkirî de bijîn da ku tola binketinên xwe rakin. Ya yekemîn di hundirê Efrînê de ku rastî karesata komkujiya komî, siyaseta qirkirina etnîkî, girtina bêserûber tên û wan neçar dikin ku yan xwe radest bikin yan jî mirin. Ya duyemîn koçberên di kampên Şehbayê de di navbera topbarana rojane û siyasetên hikumeta Şamê de rastî karesateke mirovî tên. Ev hêz sûdê jî ji bêdengiya navneteweyî digirin.

Em bang li raya giştî ya cîhanê, hemû rêxistinên mafên mirovan, hemû sazî û rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên kar û barên jin û zarokan dikin ku bi lez bikevin nava tevgerê da ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê şermezar bike, hewlesteke diyar û eşkere li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan bide û dagirkeriya wê bi dawî bikin."

(bx)

ANHA