​​​​​​​QSD`ê idîayên wezareta parastinê ya Tirkiyê derewandin

Navenda Ragihandina QSD`ê idîayên wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 8 şervan li herêma Babê ya dagirkirî şehîd bûne, derewand.

​​​​​​​QSD`ê idîayên wezareta parastinê ya Tirkiyê derewandin
17 adar, 2022   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê got: "Wezareta parastinê ya dewleta Tirk a dagirker agahiyên ku 8 şervanên me li herêma Babê ya dagirkirî şehîd bûne, belav kir, lê ev yek ne rast e û hêzên me tu operasyon li vê herêmê pêk neanîne."

Navendê di daxuyaniya ku gerînendeyê wê Ferhad Şamî li ser rûpela xwe ya meday sanal weşandibû de wiha gotibû: "Aghiyên hatine belavkirin bê bingeh in û Dewleta Tirk bi kiryarên wiha dixwaze sûcên ku artêşa Tirk li dijî welatiyan li herêmên Şehbayê "bakurê Helebê" û herêmên din pêk tîne, binixumîne."

(eh)