Ji bo Efrînê jî dem dema azadiyê ye – HALÎL CEMAL

Ji bo Efrînê jî dem dema azadiyê ye – HALÎL CEMAL
17 adar, 2022   06:42

Di salvegera 4'emîn a êrişa li ser Efrînê de polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a mêtinger û çeteyên wê yên li ser efrîniyan û gelê Kurd, berdewam dikin.  Erdnîgarî, nirxên dîrokî û çandî yên Efrînê tên talankirin. Tirkkirin di bin siya siyaseta qirkirina civakî û çandî de li hemû herêmên dagirkirî û bi taybet Efrînê tê pêşxistin. Ev polîtîkayên qirkirinê yên li dijî mirovahiyê tevî erêkirina bêdeng a cîhanê pêk tên.

Ji bo ku mirov bibîne ku dagirkirina Efrînê tenê bi dewleta Tirk û Rûsya an jî DYA'yê sînordar nemaye, geşedanên beriya dagirkeriyê bi kurtasî divê werin zanîn. Wê demê em ê bi awayekî zelaltir bibînin ku hêzên global û herêmî yên ku xuya ye li dijî hev in, li ser Sûriyê di vî şerê parvekirinê de çawa dibin yek. Heke em bikarin bi awayekî rast êrişa Efrînê rave bikin, em dikarin sedemên şerê parvekirinê yê navneteweyî ku îro li Ukraynayê pêk tê, binirxînin. Wê demê em ê bikarin bi gelan bidin naskirin bê ka têkoşîna azadiyê yan jî parastinê divê çawa be. Ji bo hişmendiyeke wiha çêne, hêja ye ku mirov bi kurtasî li Sûriyê û li rewşa herêmê û cîhanê ya beriya 20'ê Çileya 2018'an binihêre.

Di 9'ê Tebaxê de Pûtîn û şefê faşîst Erdogan li St. Petersbûrgê hatin cem hev. Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger di 24'ê Tebaxa 2016'an de bi navê "Mertalê Firatê" dest bi dagirkirina Cerablus, Ezaz û Babê kir. Ev dagirkerî bişibiya ya Rûsyayê ya li Gurcistanê yan jî li Ukraynayê. Hincet ew bû ku sînorên dewletê bên ewlekirin. DYA li dijî vê dagirkeriyê derneket. Bi vî rengî pêvajoya mêtingeriya dewleta Tirk a faşîst li ser xaka Sûriyê dest pê kir.

HEVDITÎNÊN VEŞARTÎ

Di encama dan û standinên paşê de Rûsya, Tirkiye û Îranê  hevpeymanek der barê avakirina 4 herêmên ewle li Sûriyê de (Idlib, Humis, Gura Rojhilat û başûrê welat) îmze kir.  A rast, ev peyman pêşxebata Efrîn û êrişên piştî wê bû. Girêdayî vê pêşketinê, biryara wan pêvajoyeke peyman û tifaqên nû da destpêkirin, çi veşartî çi aşkera, ji ber ku êrişên mêtingeriyê yên berfirehtir nehatin kirin.

Her du yên destpêkê li bajarê Amman ê Urdunê hatin lidarxistin, çend roj beriya ku Pûtîn û Trûmp di 7'ê Tîrmeha 2017'an de li bajarê Hamburg ê Almanyayê li hev bicivin. Di yekemîn civîna veşartî de nûnerê taybet ê Kremlînê yê ji bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev, nûnerê taybet ê DYA’yê ji bo Sûriyê Michael Ratney, nûnerê taybet ê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yê DYA’yê Brett McGurk û nûnerên MOSSAD’ê ya Îsraîlê û rayedarên leşkerî amade bûn. Di civîna veşartî ya duyemîn de rayedarên Îsraîl, DYA û Urdunê amade bûn. Piştî van dan û standinên veşartî, Pûtîn û Trump di lûtkeya Hamburgê de li hev kir ku agirbest çêbe û herêmeke ewle li ser sînorê Sûriyê yê Urdunê, başûrê rojava (Deraa û Quneytra) were avakirin. Biryar hatibû dayîn ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi koordîneya DYA û Urdunê çavdêriya vê agirbesta bike ku Urdunê jî piştgiriya wê dike.

11'ê Mijdara 2017'an beriya ku dewleta Tirk a faşîst a mêtinger Efrînê dagir bike, di navbera serokê Rûsyayê Pûtîn û serokê DYA'yê Trump de li ser Sûriyê civînek pêk hat. Di daxuyaniyên piştî hevdîtinê de mijarên ku li ser li hev kirine, hatin aşkerakirin.

Pûtîn 13'ê Mijdara 2017'an li ser Sûriyê bi şefê faşîst Erdogan re rûnişt. Piştî vê civînê di 22'yê Mijdara 2017' an de li Soçiyê bi beşdarbûna Hesen Rûhanî lûtkeya sêalî hate lidarxistin.

LI HER BIHOSTEKE XAKÊ DESTANA BERXWEDANÊ

Pûtîn 1'ê Kanûna 2017'an li Enqereyê bi şefê faşîst Erdogan re rûnişt û beriya wê li Sûriyê bi serokdewlet Beşar Esad û serokkomarê Misirê Abdulfettah Sîsî re hevdîtin kirin.  Mijar dîsa Sûriye bû û dijwarbûna trafîka dîplomatîk pêvajoya Komploya Navneteweyî bi bîr dianî.

Piştî van geşedanan, pêvajoya dagirkerina Efrînê ket rojevê û ji 100'î zêdetir balafirên şer û bi sedan tank û topan 20'ê Çileya 2018'an dest pê kiribû.  Cîhan li pêşberî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê, bêdeng ma.

Trafîka hevdîtinên beriya şer, ku me li jorê bi kurtasî behs kir, nasnameya êrişkaran bi zelalî radixe ber çavan. Êrişkar hêzên faşîst, kolonyal, emperyalîst an jî hêzên cîhanî ne. yên ku êriş lê tê kirin jî gelê Efrînê ye ku ji bo bicihanîna paradîgmaya sosyalîst a demokratîk ku jin xwe di nava wê de bi rengekî azad û wekhev îfade dikin. Lewma berxwedana Efrînê şerê parastina azadiya gelan bû, ne tenê li dijî dagirkerî û mêtingeriyê li ber xwe da, her wiha li dijî her cure serweriyê jî li ber xwe da. Ji ber vê yekê, ev berxwedana destanî ya gelê Efrînê ku nêzî du mehan tevî hemû bêhevsengiyên desthilatdariyê jî li ber xwe da, wek "Berxwedana Serdemê" hat binavkirin.

ROLA HEVKARIYÊ DI DEMA DAGIRKIRINÊ DE

Destketiyên Kurdan di 26'ê Îlona 2017'an de ji aliyê PDK'ê ve bi navê 'referanduma serxwebûnê' li Başûrê Kurdistanê derxistin bazarê. Di encama refarandumê de erdnîgariya ku wek 'herêmên cihê nîqaşê' tê binavkirin û navenda wê Kerkûk e, ji aliyê hêzên hikumeta Bexdayê ve hat dagirkirin. Rastiya ku hêzên ku êrişa li ser Efrînê erê kiriye û hêzên ku piştgiriya dagirkirina Kerkûkê dikin, israra di Sykes-Picot de jî nîşan dide. Anku çawa ku cîhan di sala 1916’an (1914-18) de ji nû ve hate parvekirin, Kurd dîsa hatin mêtingerkirin û qirkirin. Û dîsa di pêvajoyên wiha da rola hevkarîyê wekî her car derkete pêş. PDK'ê ev rola xwe ya li Efrînê bi destê PDK-S/ENKS'ê dewam kir, hem di dema Komploya Navneteweyî de hem jî li Başûr ji bo berjewendiyên xwe destketiyên Kurdan xistin talûkeyê.

Berjewendiyên cîhana kapîtalîst di êrişên li dijî destketiyên Kurdan ên li Kerkûk û Efrînê de diyarker in. Ji ber ku her çend Amerîkayê ji bo ku ji nû ve Rojhilata Navîn dîzayn bike bi "Pergala Nû ya Cîhanê " û "Projeya Rojhilata Navîn a Mezin" mudaxele kiribe jî, lê serwerên cîhana kevn û bi taybet Brîtanya, Fransa û Rûsyayê bi temamî piştgiriya van proje û planan nekir. Hêzên herêmî, bi taybetî Îran û dewleta Tirk a mêtinger û faşîst naxwazin Kurd statuyekê bi dest bixin. Ji ber ku hem di Peymana Sykes-Picot de, hem jî di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de gelek dewletên herêmî hebûna xwe bi rêya înkar û tunekirina hebûna Kurdan ava kir. Ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêka Kurd hem pirsgirêkeke gerdûnî û hem jî ya herêmî ye. Têkoşîna azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya rêber Apo, pirsgirêka heyî jî ji mijara nasnameyê veguherandiye têkoşîna azadî û demokrasiyê. Di encamê de pirsgirêka Kurd bûye sembola lêgerîna sîstemeke alternatîf a li dijî sîstema hegemonîk a heyî.

Ji bo vê jî ne tenê avaniya netewedewletperest a global û herêmî, di heman demê de PDK/ENKS'ê jî ku formasyoneke Kurd a herî êrişkar, hevkar a dîrokê ye, ketiye dewrê. Mîna ku di komkujiya Şengalê de hat dîtin, bi deste DAIŞ'ê rola xwe ya ji nû ve dîzaynkirina herêmê domand.

ROLA PDK/ENKS'Ê JI BO DAGIRKERIYÊ: KAMÛFLAJ

Ji El Nusra heta DAIŞ'ê û heta dewleta Tirk, PDK/ENKS ji xwe re kiriye mîsyona xiyaneta li projeya jiyana azad ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî Rojava geş bûye û heta destekê dide her şêwe komkujiyên li ser Kurdan. Lewma di planên komkujiyê yên li Stenbol û Enqereyê de her tim amade bûne. Li Efrînê jî hat dîtin, wek kamûflaja ku dagirkerî û qirkirinê meşrû dike, xizmet kir. Sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî nedîtin, lê belê gelê Kurd û pêşengên wan ên li ber xwe dan, sûcdar kirin.

Di çarçoveya van geşedanan de Efrîna dagirkirî hate bêkurdkirin, derxistina kampeke çeteyan a tijî "malên komî" ku ji aliyê hikumeta Almanyayê ve tê fînansekirin û bû navendeke îxracata cîhadîstan, mîna ku di mînakên Lîbya, Qerebax û Ukraynayê de tê dîtin. Lewma ne tenê jenosîda Kurdan a li Efrînê, her wiha rastiya ku bûye navenda êrişa li dijî mirovahiyê, li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk tê.

Ev hemû nîşan didin ku li gel hemû nakokiyên berjewendiyê yên li Efrînê hêzên global û herêmî yên ku têne cem hev jî, li dijî jiyana paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinan tê dikoşin. Dewleta Tirk û çeteyên wê tenê piyonên vî şerî ne. Ji ber vê yekê, gelê Efrînê û hêzên wê yên pêşeng li dora paradîgmaya rêber Apo dibin yek û dibêjin “cîhan bi ser me de jî were em ê dest ji têkoşîna azadiyê bernedin.”

ÊDÎ DEMA AZADIYÊ YE

Dema ku em ber bi Newroza serkeftinê ve diçin, di sala xwe ya 50'emîn de armanca efrîniyan a azadî û azadiya rêber Apo ne tenê ya efrîniyan e, ya hemû gel û dostên Kurdistanê ye. Rêya azadiyê jî li dijî her şêwe hevkarî û xiyanetê ye. Li ser vê bingehê, di têkoşîna li dijî her şêwe êrişên dagirkerî û qirkirinê de yekitiya Kurdan û gelan temînata azadiyê ye. Ji ber vê yekê, gotina “Êdî dem dema azadiyê ye” ji bo efrîniyan dibe şîara serketinê.