Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye

Bi piştgiriya Rêveberiya Xweser ji qada çandiniyê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbera çandiniyê zêde bû. Cotkar hewl didin sebzezyên xwe ji derve nekirin û rê li pêşiya buhabûnê bigirin.

Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
Rûbera çandiniyê îsal zêde bûye
17 adar, 2022   06:31
KADAR ÎBRAHÎM-QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ax û avhewa ji bo çandina hilberînên cuda gunaw e, ji wan peqle, sebzeyên havînê û zivistanê, dar û genim. Ev jî ji bo mîsogeriya aboriyeke komînal derfeteke baş e.

Li herêmên nêzî ava Firatê û bajarê Dêrikê yên li ser ava Dicle û navçeyên Tirbespiyê û Amûdê yên girêdayî herêma Qamişlo, çandiniya sebzeyan pêş ket û rûbereke mezin jê re hate veqetandin.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm kiriye, lê dîsa jî piştî Rêveberiya Xweser destek da qada çandiniyê, lê cotkar hewl didin miqdareke mezin ji hilberînan li bazarê bi cih bikin.

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê, îsal rûbera ji bo çandina sebzayan hatiye veqetandin nêzî hezar donimî ye, lê berî niha 650 donim bû. Ev rûber li herêmê zêdetir bû û gundên din ên di navbera navçe û bajarê Qamişlo de jî girtin nava xwe.

Ji bo cotkaran sebzeyên werza havînê pir girîng in, ji ber ku gelek cureyên wê hene û ji aliyê madî ve jî qezenceke baş e.

Bi armanca bidestxistina hilberîneke di wextê xwe de û baş, cotkaran rêbazên nû bi kar anîn. Beriya niha cotkaran rêbazê "hingar" pêk anî. Cotkaran erd cot dikirin, kenal vedikirin, sebze diçandin û piştre bi laylonê dinixumandin, da ku tovên wê bipişkivin û pêdiviyê bi şitil neynin.

Şitilên bi vî rêbazî têne çandin, di seqemê de dipişkivin û dawiya Nîsanê li bazaran têne firotin, di heman demê de sûdeke baş li cotkaran dike.

Cotkarê ji gundê Tenûriyê yê rojhilatê bajarê Qamişlo Ebid Elî rêbazê hingaran bi kar tîne û li ser vê yekê wiha axivî: "Îsal çandina wê pêş ket heta rûber û cureyên wê jî zêde bûn, nexasim ku erda herêmê ji çandiniyê re guncaw e."

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser semad û mazotê ji cotkaran re dabîn dike, da ku jenertor û bombeyên avê vêxin.

Pêwîstiya her donimekî derdora 200 lître mazot, ev jî komîte û gerînendetiyên çandiniyê didin cotkaran.

Elî anî ziman ku heta asteke baş alîkariya wan tê kirin, lê hîn jî hewcedarî heye, da ku hîn zêdetir cureyên sebzeyan werin çandin.

Elî destnîşan kir ku kalîteya sebzayên herêmî ji yên derve cudatir e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sebzeyên werza zivistanê peyda û belav in, ji wan pîvazên kesk, geya, qernebît, beqdûnis, xes, tivir, sebanix û pelên silkan.

Her wiha sebzayên havînê jî hene, ji wan baçan, xiyar, bacanên reş, bamiya, miloxiyê û xirtik.

Di dirêjahiya salên derbasbûyî de, cotkaran kartol li herêma Cizîrê çandin û berhemeke baş da.

(eh)

ANHA