Theofilos Georgiadis; sembola dostaniya Kurd û Yewnanan

Îro 28'emîn salvegera wefata Theofilos Georgiadis e ku semboleke dostaniya Kurd û Yewnanan e. Georgiadis di 20'ê Adara 1994'an de li Qibrisê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.

Theofilos Georgiadis; sembola dostaniya Kurd û Yewnanan
17 adar, 2022   05:09
BRUKSEL - FÎRAZ BARAN

Theofilos Georgiadis di 9’ê Cotmeha 1957'an de li gundê Evrychos ê Qibrisê ji dayik bû. Di dema dagirkeriya Tirkan de anku sala 1974’an malbata wî ji neçarî gundê xwe terikand. Wê demê 17 salî bû û xwest bibe şervan lê bavê wî destûr nedayê.

Theofilos Georgiadis di sala 1975’an de ji Lîseya Qibrisê derçû. Piştî ku lîse qedand, çû leşkeriyê. Piştî 2 salan di sala 1977'an de çû Atînayê û li Zanîngeha Panteionê Beşa Zanistên Siyasî xwend. Di dema perwerdeya zanîngehê de hînî tirkî jî bû.

Dema vegeriya Qibrisê, 3 salan polîstî kir. Di sala 1986'an de di Daîreya Karên Tirkiyeyê ya Saziya Çapemenî û Enformasyonê ya Komara Qibrisê de dest bi kar kir.

Theofilos Georgiadis Kurd û têkoşîna wan di sala 1987'an de nas kirin. Ji wê demê ve di raya giştî ya Yewnanistan û Qibrisê de kedeke mezin da û bû parêzvanê doza Kurdistanê.

Di sala 1988'an de ‘Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re’ ava kir û kovara bi yewnanî "Dengê Kurdistanê" derxist.

Wî hem ji bo mafên Rûmên Qibrisê hem jî ji bo mafên Kurdan têkoşîna xwe dimeşand û wehşet û dagirkeriya dewleta Tirk deşîfre dikir.

Li ser polîtîkaya berfirehkirinê ya dewleta Tirk bi sedan hevpeyvîn çêkirin û gelek semîner dan.

Kovara Dengê Kurdistanê mehane dihat weşandin. Theofilos Georgiadis bi nivîs û lêkolîna xwe tîraja kovarê zêde kir. Kovara mehane li Yewnanistan û Qibrisê dihat firotin û tîraja wê derketibû 40 hezarî. Georgiadis di kovarê de gotarên li ser dostaniya Kurd-Yewnan dinivîsand û dagirkeriya Tirk a li Qibrisê û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê vedigot.

Theofilos Georgiadis gelek caran çû Lubnanê û serdana rêber Abdullah Ocalan kir û pê re hevpeyvîn çêkirin. Wî ev hevpeyvînên xwe hem di kovara Dengê Kurdistanê de û hem jî di saziyên çapemeniyê yên cuda yên Yewnanistan û Qibrisê de weşandin. Her wiha bi nivîs û axaftinên xwe têkoşîna gerîla bi gelê Qibrisê û Yewnanistanê da naskirin.

Di nivîsên xwe de ji Qibrisiyan re digot "Madem hûn li dijî dagirkeriya Tirk şer nakin, wê demê alîkariyê bidin têkoşîna Kurdan."

Bavê wî Xaralambos Georgîadîs di sala 1996'an de ji Med TV’yê re axivî û têkoşîna ji bo gelê Kurd wiha vedigot: "Ji bo Theofîlos azadiya Qibrisê armanceke pîroz bû. Piştî ku Kurd û têkoşîna wan nas kir, hemû dema xwe ji doza Kurdistanê re veqetand. Berxwedan û azadiya Kurdan dê deriyên azadiya me vekirana."

Li parlamentoyên Yewnanistan û Qibrisê, di encama xebatên wî de di navbera her du gelan de dostaniyên gelekî girîng hatin avakirin. Bi saya wî raya giştî ya Yewnan û Qibrisê Kurd û têkoşîna wan nas kirin.

Theofilos Georgiadis beşdarî mîhrîcan û pîrozbahiyên Kurdan ên li welatên Ewropayayê jî dibû. Herî dawî di 12-13'ê Adara 1994'an de beşdarî Konferansa Kurdan a li Brukselê bû.

Hefteyek piştî konferansê, di 20'ê Adara 1994'an de vegeriya Qibrisê. Ji balafirgeha Larnaca çû mala xwe ya li Nîkosyayê. Piştî ku erebeya xwe park kir, ber bi mala xwe ve çû. Wê çaxê çeteyên dewleta Tirk gule li wî barandin û li ber mala xwe hate qetilkirin.

Theofilos Georgiadis 37 salî bû û 3 zarokan wî hebûn. Şehadeta wî di nava gelê Kurdistanê, Qibris û Yewnanistanê bû sedema hêrseke mezin.

RÊBER OCALAN QALA THEOFILOS GEORGIADIS DIKE

Rêber Abdullah Ocalan ji bo malbata wî û gelê Qibrisê peyama sersaxiyê weşand. Ocalan di peyama xwe de ku li Albûma Şehîdên 1994'an a ji aliyê Weşanxaneya Serxwebûn ve hat weşandin, dibêje: "Hevalê Teofilos şoreşgerek bû ku dilê wî tijî evîna mirovan bû û ji dil ji welatê xwe hez dikir. Teofilos, bi hêrseke mezin a li dijî mêtingerî û mêtingeran bi her awayî, barbariya Tirk a li ser gelê me wekî ku li gelê wî hatiye kirin, dît û bi rengekî çalak li dijî vê derket. Bi tevkariyên xwe yên gelekî hêja yên li têkoşîna me, di dilê gelê me de hurmet û sempatiyeke mezin bi dest xistibû.

Ji ber vê yekê em dibêjin Teofilos hevrêyê me yê herî hêja ye. Ew şehîdekî me ye û bendeke di navbera gelan de bû. Di nava dîroka me de cihekî girîng girt. Em ê wî di naba dîroka xwe de bi bîr bînin. Ji bo bîranîna wî çi hewce be em ê bikin. Ji ber dilsoziya bi bîranîna wî re ez ji malbata hêja ya şehîdê me û gelê Qibrisê re sersaxiyê dixwazim, di heman demê de diyar dikim ku heta endamê xwe yê dawîn em ê li dijî dewleta Tirk tê bikoşin."

LI ŞEHÎDGEHA QIBRISÊ BÎRDARIYA WÎ HATE ÇÊKIRIN

Hunermendê mezin Aram Tîgran bi navê Theofılos stranek çêkir û nave wî li albumeke xwe kir.

Gelê Yewnan ew ji bîr nekir û  navê wî da qadan. Senfoniyek bi navê wî hate nivîsandin û operayek hate çêkirin. Her wiha her sal li dêrê li ser nave wî ayînek tê birêvebirin.

Theofilos Georgiadis li Şehîdgeha Rûman hate veşartin û bîrdariyeke taybet li ser navê wî hat çêkirin.

ANHA