‘Piştî her hevdîtineke PDK`ê û dewleta Tirk komployên li dijî Kurdistanê nû dibin‘

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got, sewqiyetên PDK`ê li herêma Heftanîn ji bo rakirina dorpêça li ser dewleta Tirk ku hatiye têkbirin, pêwendiya di navbera HPG`ê de asteng bike.

‘Piştî her hevdîtineke PDK`ê û dewleta Tirk komployên li dijî Kurdistanê nû dibin‘
17 adar, 2022   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hevdîtina di navbera serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de di 12`ê Adarê de li Entaliyayê, PDK`ê hêzên xwe û bi dehan maşîne ber bi herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê ve bir da ku li wir belav bibin. Diyar e ku ew amadekariyên êrişeke nû li dijî HPG`ê dikin.

/ar/haber/e2808be2808be2808be2808be2808be2808be2808balhzb-aldymqraty-ystqdm-qwat-wmdraat-ila-hftanyn-h63319.html

Girêdayî mijarê û hemû kirinên PDK`ê yên dijminahiya ji Kurdan re her wiha hevkarî û alîkariya wê bi artêşa Tirk a dagirker re, ajansa me ANHA`yê hevpeyvîn bi Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso re çêkir. Xerîb Hiso bang li gelê Kurd kir ku asta berxwedanê bilind bikin û li derdora gerîla kom bibin.

Xerîb Hiso têkiliyên li ser esasê dijminatiya Kurdan ên di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê de nirxandin û wiha got: "Piştî serdana rêveberên PDK`ê ji dewleta Tirk a dagirker re ku dijmina herî sereke ji îradeya gelê herêmê bi giştî re ye bi taybet ji gelê Kurd re û hevdîtina wan bi wezîrê parastinê û hikumeta terorîst re, komployên siyasî û leşkerî yên nû û peyamên li ser esasê şerê li dijî îradeya gelê Kurdistanê bi rêya şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên gerîla, nû dibin. Em vê yekê weke sûc û rewabûna ji dagirkirina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê re, her wiha binpêkirina îrade û destkeftiyên dîrokî yên gelê Kurd bi giştî, dibînin."

Xerîb Hiso diyar kir ku hevdîtinên ku PDK`ê bi dewleta Tirk re di meha Adara pîroz a  li gel Kurdan de û meha serkeftinê ye pêk tîne zirarê dide doza Kurdî.

 ‘SEWQIYETÊN MEZIN ÊN PDK`Ê JI BO RAKIRINA DORPÊÇA LI SER DEWLETA TIRK‘

Xerîb Hiso destnîşan kir ku sewqiyetên mezin ên leşkerî ku PDK`ê ji hêz, tank û maşîneyên xwe li herêmên germ ên Heftanînê re ji bo xizmetkirina artêşa Tirk a dagirker e da ku dorpêça ku li wir li ser hatiye ferzkirin rake, pêwendiya di navbera gerîla de asteng bike ku bûye sembola hêviya îradeya gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê.

Hiso got PDK`ê îsrar dike ku hêzên xwe li Heftanînê bi cih bike û wiha domand: "Ji ber di wê herêmê de artêşa Tirk a dagirker di sala borî de ji ber berxwedana dîrokî ya HPG`ê û YJA-STAR`ê têk çû. Zirarên mezin gihaştin wan û ew neçar kir ku birevin. Hêzên wan ên ku di herêmê de mane li herêma Bankê ji aliyê hêzên gerîla ve hatine dorpêçkirin."

Hiso di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk her tim rewşên siyasî yên navneteweyî, bone û cejnên nîştimanî keysbaz dike da ku êrişên hovane pêk bîne. Ew jî ji bo hêvî û îradeya gelê me di Newroza îsal de lewaz bike. Ev yek di çarçoveya mijûlbûna civaka navneteweyî bi şerê di navbera Rûsya – Ukraynayê de tê kirin pêk tê. Dewleta Tirk plan dike ku şerê qirkirinê li dijî îradeya gelê me pêk bîne, nexasim  piştî serdanên aliyên herêmî û navneteweyî ji dewleta Tirk e.. Em tevkariya PDK’ê di şer de li gel artêşa dagirker û terorîst, şermezar dikin."

Xerîb Hiso bal kişand ser têkiliya dîrokî ya di navbera dewleta Tirk û PDK`ê de û ev tişt anî ziman: "Eşkere bûye ku ev partî pireyên yekitiya niştîmanî ya Kurdistanê bin pê dike û yekitiya refa Kurdî asteng dike, her wiha wê rûbirûyî hilweşandinê dihêle. Gunehên dîrokî pêk tîne nexasim ku em Kurd bi pîrozbahiyên Newrozê re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî divê hesab ji vê partiya ku bazirganiyê bi doza niştîmanî ya kuridstanî li gel dewleta Tirk dike, were xwestin."

Xerîb Hiso bang li partiyên siyasî, hêzên niştîmanî û rêxistinên civaka sivîl kir ku li hember siyasetên dijberî îradeya wan bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em sazî û rêxistin bi berpirsiyariyeke exlaqî ya mezin li hember van siyasetan bisekinin. Bibin xwediyê helwestên niştîmanî yên xurt. Divê gelê Kurd asta têkoşînê bilind bike. Di van rojan de em Newroza 2022`an pêşwazî dikin. Bi rihê serkeftin û destkeftiyên hatine bidestxistin divê em li derdora gerîla kom bibin û dîroka îxaneta PDK`ê eşkere bikin."

(bx)

ANHA