​​​​​​​`Efrîna dagirkirî modela hişmendiya dewleta Tirk a dijberî kurdan e`

Efrîna aram û ya ku bi hezaran koçberên di encama şer de koçber bûbûn, vehewandin veguherî kaniya fêrkirin û pêkanîna hemû çûreyên sûcan û terorîstan, pê re jî nasnameya bajêr hate guhartin.

​​​​​​​`Efrîna dagirkirî modela hişmendiya dewleta Tirk a dijberî kurdan e`
17 adar, 2022   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Kantona Efrînê li bakur-rojavayê Sûriyê li ser peravên çemên Efrînê ye û ji aliyê rojhilat ve li hember bajarê Ezazê ye, her wiha ji aliyê başûr ve jî Heleb e, ji aliyê başûr-rojava parêzgeha Idlibê ye û ji aliyê rojava-bakur ve li hemberî sînorê Tirkiyê ye. Efrîn li Sûriyê qada bazirganiyê ye, bi dehan kargeh û avahiyên pîşesaziyê lê hebûn.

Efrîn herêmeke çiyayî ye. Rûbera wê 3 hezar û 850 kîlometredam e. Li gorî daneyên hikumeta Şamê yên sala 2012`yan hejmara şêniyên wê 523 hezar û 258 kes e. Piraniya niştecihên wê kurd in û rêjeya wan ji sedî 96 e. Li Efrînê derdora 350 gund û bajarokên biçûk û mezin hene. Jê yên herî girîng; Cindirês, Bilbilê, Şiyê, Reco, Şera û Mabata. 

Efrîn bi hilberandina zeyta zeytûnê, darên berhemdar û tirî navdar e. Gelek şûnwar lê hene ku di lîsteya mîrasa cîhanî ya UNESCO`yê de cih digirin, jê Nebû Hûrî, Dêr Mişmişê, girê Eyn Darê ku bi 5 kîlometreyan li başûrê Efrînê ye. Dîroka gir vedigere 10 hezar sal berê.

Piştî 2012`yan Efrînê hemêza xwe ji deh hezaran şêniyên Sûriyê re vekir ku ji şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar de û heta şerên di navbera komên çekdar bi xwe de reviyan. Hejmara niştecihên wê piştî 2012`yan gihaşt derdora milyonekê.

`BINPÊKIRINA QANÛNA NAVNETEWEYÎ`

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kir. Derdora 25 hezar çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ tev lê bûn ku sazûmaniya xwe di bin navê Artêşa Watanî ya Sûriyê de orgenîze kiribûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirinê û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî bêyî ku delîlan li ser îdiaya xwe pêşkêş bike êriş kir. Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ve û ruxmî tevgerên provokatîf ên dewleta Tirk ku sivîlan û hêzên li herêmê bi awayekî domar dikir hedef, lê tu gule ji Efrîn an jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi Tirkiyê ve nehat avêtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer zêdetirî 185 cihên xizmetguzarî, sivîl, tenduristî û leşkerî bombebaran kirin. Piştre bi hevkariya Rûsyayê bi rêya lihevkirinekê ket Efrînê ku li gorî wê çeteyên dewleta Tirk ji Xûta Şerqiye derkevin û beramberî wê, Rûsya qada hewayê ya Sûriyê li pêşiya balafirên Tirkiyê veke da ku êrişî Efrînê bikin.

Dewleta Tirk di 20 rojan de komkujiyên hovane pêk anîn ku di encamê de 173 sivîl şehîd bûn di nav de 26 zarok hene. Her wiha 464 kes birîndar bûn di nav de 50 zarok hene. Bi dehan şûnwar, cihên olî û goristanên şehîdan wêran kirin.

Piştî berxwedana 58 rojan, dewleta Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kir. Ji ber wê 300 hezar niştecihên wê gund, bajarok û bajarê xwe li şûna xwe hiştin û berê xwe da kantona Şehbayê. Şênî ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker ji warên xwe derketin. Piştî wê dewleta Tirk dest bi guhertina demografiya Efrînê kir. Peykera Kawa Hesinkar rûxand ku sembola azadî û Newrozê ye. Navên qad û cihên giştî, dibistan û heta navên gund û bajarokên kurdî veguherandin tirkî. Ala Tirkiyê li hemû avahî û cihên giştî daliqand. Her wiha ala Tirkiyê danî ser cilûbergên xwendekaran. Piştre bi rêya revandin, kuştin, destavêtin û xwestina fîdyayan, şêniyên mayî jî tengav kirin. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku di 4 salan de zêdetirî 8 hezar û 63 welatî hatine revandin. Ji wan zêdetirî 655 welatî jiyana xwe ji dest dane, di nav de 60 kes di bin îşkenceyê de mirine. Ji ber topbaranê zêdetirî 696 welatî birîndar bûne û rêjeya kurdan li Efrînê gelek kêm bûye û niha gihaştiye ji sedî 15.

Parêzer Cibraîl Mistefa ku hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ye got: “Êrişa dewleta Tirk a dagirker bi balafir û moşek û topan îsbat dike ku armanca dewleta Tirk ne mîna ku li ser dezgehên çapemeniyê yên xwe îdia dikir ku dixwaze hêzên leşkerî yên li Efrînê tune bike, lê belê ew yek derew bû û civata navneteweyî pê xapand.”

`EFRÎN JI BERÊ VE HERÊMEKE KURD E`

Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku Efrîn, herêmeke kurd e, dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê armanc kir gelê kurd li Efrînê tune bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser gelê Efrînê êdî zanatir, birêxistinkirîtir, xwedî vîn û hêz bû. Lewra armanca sereke ya dagirkirinê, tunekirina gelê kurd li Efrînê bû. Ev berdewama siyaseta nijadperest a nû ya dewleta Tirk a li dijî kurdan e. Berdewama sûcên ku li dijî gelê kurd li Bakurê Kurdistanê di salên 90`î de pêk anîne.”

Her wiha Mistefa diyar kir ku ruxmî êrişa hovane û bikaranîna çekên pêşketî û nûjen lê gelê Efrînê heta 58 rojan li ber xwe da, têkildarî wê got:” Ji ber bêdengiya civata navneteweyî, hevkariya Rûsya ya bi Tirkiyê re, dewleta Tirk Efrîn di 18`ê Adarê de dagir kir.”

Piştî dagirkirina Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi talankirin û wêrankirina milk û malên sivîlan kir.

Der barê guhertina demografiyê de Cibraîl Mistefa got: “Guhertina demografiyê ya yekemîn bi dagirkirinê re pêk hat dema zêdetirî 350 hezar welatî ji Efrînê koçber bûn. Ev siyaset heta niha berdewam e, bi rêya revandina sivîlan û şantajkirina wan. Li gorî daneyan, zêdetirî 8 hezar û 100 kurd hatin revandin û îşkence li wan hat kirin.”

`NIHA DEWLETA TIRK ÇI ARMANC DIKE`

Ji destpêka êrişê ve, dewleta Tirk armanc dike, demografiya bajêr li gorî hêviyên xwe yên mêtîngeriyê biguhere. Ji ber wê malbatên çeteyan ji herêmên din ên Sûriyê anîn û li şûna şêniyên Efrînê yên koçber bûne, bi cih kirin. Di 14`ê Hezîrana 2018`an de Rêxistina Human Rights Watch raporek der xist û bûyerên li Efrînê piştî dagirkirinê rû dane wiha kurt kir: “Li herêma Efrînê li bakurê Sûriyê, komên çekdar ku Tirkiye desteka wan dike, milkên sivîlên kurd desteser kirin, talan kirin û wêran kirin. komên çekdar ên li dijî hikumetê, endam û malbatên xwe di malên şêniyan de bi cih kirin. Mal û milkên sivîlan wêran kirin û talan kirin bêyî ku dabînan bidin xwediyê wan.”

`TALANKIRINA BÎRA ÇANDÎ Û DÎROKÎ YA EFRÎNÊ`

Dewleta Tirk mîna Maxol, cihên dîrokî û her tiştên girêdayî kurdan wêran kirin. Zêdetirî 60 şûnwar, perestgeh mîna perestgeha Eyn Dara, Nebî Hûrî, mezerên; Şêx Hemîd, Baflûn û Qere, gundê Sînka, Henan, Sara Qîzê li Xelnêrê, Ebdulrehman, Îska û girê Dêrsiwanê, Ereb Şêxo, girê Ebûdanê, şikefta Duderî, Şêrawa û hwd wêran kirin.

Di vî warî de Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk zêdetirî 28 mezerên olî yên êzidiyan, elewiyan û xiristiyanan wêran kirin, bi sed hezaran dar birîn, zevî şewitandin û wiha domand: Dewleta Tirk li Efrînê hemû nîşaneyên kurdan û çanda wan guhert. Ev qirkirineke rastîn e.

`HIN MODELÊN MÊTÎNGERIYÊ LI EFRÎNÊ`

Piştî wêrankirina şûnwaran, ferzkirina zimanê tirkî li Efrînê, nasname bi tirkî hatin derxistin. Piştre dest bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê hat kirin. Di 7`ê Nîsana 2018`an de derdora 600 malbatên ji herêmên Bibîla, Bêt Sehim û Yelda yên gundewarê Şamê li kampa Dêr Belût a li Efrînê hatin bicihkirin. Di nav wan de 325 malbatên filistînî hene.

Di 15`ê Cotmeha 2018`an de komeleyek ji şêniyên Xûtayê hat avakirin. Vê komeleyê avahiyeke mêtîngeriyê bi navê gundê Şamiyê li rojavayê bajarokê Miryemîn bi fînanseya komeleyên ixwanî yên li Kendavê ava kir. Di Hezîrana 2020`an de avahiyeke mêtîngeriyê li taxa Eşrefiye, di 12`ê Mijdara 2020`an de li gundê Baflûnê jî avahiyeke mêtîngeriyê hatin avakirin. Piştî wê, avahiya mêtîngeriyê bi navê Avrazê bi fînanseya komeleya El-Beyan a qeterî-tirkî hat avakirin. li nêzî gundê Hec Hesna 247 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin. Bi destpêkirina 2021`an re, dewleta Tirk a dagirker li ser xeta sînor li navçeya Şiyê 3 avahiyên mêtîngeriyê ava kirin ku bi sponseriya çeteyên El-Emşat bû. Ev avahî taybet a malbatên çeteyên e ku li Lîbyayê hatine kuştin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê ya sala 2021`an a têkildarî guhertina demografiyê û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên Efrînê: Bi dehan avahiyên mêtîngeriyê ji bo ereb û tirkmenan bi fînanseya rêxistinên qeterî û kiwêtî hatin avakirin ku ji parêzgehên cuda yên Sûriyê hatine. Her wiha derdora 400 hezar kes li piraniya gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin. Di nav wan de zêdetirî 500 malbatên filistîniyên 48`an hene. Ji ber zêdebûna hejmara wan zêdetirî 30 kamp li piraniya herêmê hatin avakirin:

Navçeya Şiyê avahiyên mêtîngeriyê li çerxerêya gundê Qermîtliq hat avakirin.

Li navçeya Cindirêsê avahiyên mêtîngeriyê li girê Cindirêsê, rêya Yalanqûzê, gundên Dêr Belûtê, Qulkê, Dêwa Jêrîn û Jorîn, Îska û Celemê.

Li taxa Mehmûdiye ya Efrînê.

Li gundên Xalta, Dêr Mişmişê û Basilê.

Li navçeya Raco li bajarokê Meydan Ekbez.

Li navçeya Şera li gundê Baflûnê yê êzidî û Xelqîna.

Li navçeya Bilbilê, 7 avahiyên mêtîngeriyê hene û rê ji şêniyên wê yên resen ên kurd re nayên dayîn ku vegerin malên xwe.

Li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawayê avahiyên mêtîngeriyê bi navê Gundê Besme bi destê komeleya Destên Spî û kemeleya Jiyana bi rûmet a filistînî hat avakirin.

Avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi sponseriya komeleyên ji Tirkiyê û yên girêdayî Îxwan Muslimîn li Ewropayê û yên qeterî, kiwêtî û filistînî di bin navê alîkariyan de tên avakirin.

Bi destpêkirina 2022`yan re dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina 40 avahiyên mêtîngeriyê li ser rêya Şera-Çema li navçeya Şera kir. Komeleya Jiyana birûmet a filistîniyên 48`an fînanseya wê kir ku hewl dide tevî saziya Rêveberiya Karesetan a Tirkiyê 7 gundên mêtîngeriyê ji bo malbatên çeteyan li çiyayê Şêx Mihemed ê navçeya Cindirêsê û çiyayê Şotî ava bikin.

`RÛNIŞTANDINA GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ LI EFRÎNÊ`

Siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dimeşîne ji siyaseta wê ya li herêmên din ên dagirkirî, cuda ye. Ew hewl dide modeleke pişaftin û qirkirinê li dijî Efrînê pêk bîne da ku wê ji Sûriyê qut bike. Cibraîl Mistefa teqez kir ku dewleta Tirk dema Lîwa Skenderon dagir kir, xuyangên wê yên çandî û dîrokî guhertin û navê wîlayeta Hatay lê kir.

`NIHA ÇI LI EFRÎN DIQEWME`

Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku niha Efrîn bûye navenda fêrkirina pêkanîna hemû cureyên sûcan û wiha pê de çû: “Gihaştiye wê qonaxê ku em parêzvan nikarin pênaseyekê bidin sûcên li Efrînê pêk tên. Gelek rapor hene teqez dikin ku serçeteyên DAIŞ`ê niha serçeteyên Artêşa Azad in. Dewleta Tirk wan perwerde dike û dişîne Lîbyayê. Me dît çawa dewleta Tirk gelek çete ji Efrînê şandin Azerbeycanê.”

Mistefa diyar kir ku rapor li ber destê wan hene, îsbat dikin ku dewleta Tirk komeke çeteyan li Efrînê perwerde dike da ku bişîne Ukraynayê û li dijî Rûsyayê şer bikin.

Mistefa wiha berdewam kir: “Mixabin, komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û rêxistina Efûyê û heta Komseriya Bilind gelek rapor têkildarî sûcên li Efrînê têne kirin, derxistine û diyar kirine ku ev sûc digihêjin asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê, lê dîsa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên dîtir li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin û wan neçarî koçberiyê dikin. Ew armanc dike Mîsaqî Millî pêk bîne ku îdia dike sînorên dewleta Tirk ji deryaya Spî li rojava dest pê dike û digihêje Musilê li rojhilat.”

Di dawiya nirxandina xwe de Cibraîl Mistefa got: “Gelê yekane li hember împeratoriya Osmanî sekinî û li ber xwe da, gelê kurd e. Împeratoriya Osmanî nekarî gelê kurd, dîrok û çanda wî tune bike, sûcên dewleta Tirk li Efrînê berdewama siyaseta qirkirina çandî ya li dijî gelê kurd in. Ji ber ku dewleta Tirk vê berxwedanê û israrê li ser projeya xwe ya Osmanî xeterî dibîne.”

(şx)

ANHA