Foza Yûsif: Rêber Apo bi rêya projeya neteweya demokratîk Newrozeke nû diyarî gelên herêmê kir

Foza Yûsif bang li gelên herêmê kir ku beşdarî çalakiyên Newroza îsal bibin û destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya projeya Neteweya Demokratîk Newrozeke nû diyarî gelên herêmê kir.

Foza Yûsif: Rêber Apo bi rêya projeya neteweya demokratîk Newrozeke nû diyarî gelên herêmê kir
17 adar, 2022   02:37
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN- SILAVA EBDIREHMAN

Foza Yûsif, diyar kir ku îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma `Em ê bi vîna gelan Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo` dê Newrozê bê pîrozkirin.

Foza Yûsif, anî ziman ku dê coşa 8 Adarê li Newrozê de biteyise. Her wiha diyar kir ku ji her demê zêdetirîn îsal bi israr in ku van herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Têkildarî şerên ku di cîhanê de diqewimin Foza Yûsif da zanîn ku ji her demê zêdetir divê xweparastin bi pêş bikeve û got: “Bi taybet rewşa ku îro li Ukrayna û cîhanê diqewime bi awayekî rasterast bandorê li herêmên me dike. Lewma divê em xwe ji bo hemû îxtîmalan amade bikin.”

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê Newroza îsal û girîngiya xweparastinê de ji ANHA re axivî.

Foza Yûsif, di serî de Newroza îsal li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Foza Yûsif bal kişand ser cudahiya Newroza îsal û got: “Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de Newroza azadiyê ku rêber Apo bi Tevgera Azadiyê re ji bo gelê Kurd damezirand, 50 sal di ser re derbas dibe.  Ev Newroz ji bo gelê me gelekî bi wate ye û bi nirx e. Ev 50 sal di têkoşîn û jiyana gelê Kurd û civaka Kurdistanê de gelek guhertinên mezin çêkirin. Newroz tê wateya nûbûne û rêber Apo bi fikir, perspektîfa xwe û şoreşa ku ava kir, nûbûnek dîrokî di aliye hişmendiya azadî, demokrasî, adalet, wekhevî civaka me de ava kir.”

`RÊBER APO BI PROJEYA NETEWA DEMOKRATÎK NEWROZEKE NÛ KIR DIYARÎ`

“Newrozê gelê me ji qonaxeke derbasî qonaxeke nû kir.” Bi van gotinan Foza Yûsif, behsa girîngiya Newroza îsal kir û got: “Çawa ku beriya mîladê di sala 612`an de bi têkoşîna gelê Medyayê dîrokeke nû ji gelê herêmê re vekirin, rêber Apo jî bi neteweya demokratîk Newrozeke nû diyarî gelan kir. Newroza nû ya gelê Mezopotamyayê projeya neteweya demokratîk e. Mîmar û damezirînerê wê jî rêber Apo ye. Lewma 50 saliya vê têkoşîn û şoreşê divê wekî gelên Mezopotamyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî xurt pêşwazî bikin. Tevlêbûneke mezin divê ji vê Newrozê re çêbe.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku dê di vê Newrozê de peyamê bidin her kesî ku gelê Mezopotamyayê Newroza neteweya demokratîk xwedî lê derdikeve û got: “Di vê Newrozê de em ê dîsa teqez bikin ku vê projeya neteweya demokratîk bi awayekî xurttir ava bikin, xwedî lê derkevin û biparêzin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma `Em ê bi vîna gelan Newroza 2022`yan bikin Newroza azadiya rêber Apo` dê Newrozê pîroz bikin. Di dirûşmê de jî diyar e ku dê îsal hedefa Newrozê çi be.”

`NEWROZA 2022`YAN DÊ BIBE NEWROZA AZADIYA RÊBER APO`

Foza Yûsif, Newroza sala 2021`an ku bi tevlêbûneke mezin û hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hat pîroz kirin, bi bîr xist û diyar kir ku dê Newroza îsal jî bi xurtkirina ve hamleyê bê pêşwazîkirin û got: “Newrozê em ê bikin qonaxeke nû ji bo çalakî û hamleya Dem Dema Azadiyê ye. Di sala 2021`an de me di çarçoveya Dem Dema Azadiyê de têkoşînek kir û ev têkoşîn bi Newroza 2022`yan re dê bikeve qonaxeke nû. Ji bo wê jî Newroza îsal dê bibe Newroza azadiya rêber Apo. Wê bi vê bîr û baweriyê bê pêşwazîkirin. Hem hêviya me gelekî mezin e hem jî aşkera ye ku dê gelê me li vê xwedî derkeve. Hemû cihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi rihê Newrozê bên xemilandin û rihê berxwedana Newrozê bê pêşwazîkirin.” 

`ŞERÊ UKRAYNA-RÛSYAYÊ RASTERAST DÊ BANDORÊ LI ME BIKE`

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de behsa şerên li cîhanê kir û got: “Rasterast dê bandora xwe li herêmên me bike.” Foza Yûsif destnîşan kir ku divê gel xwe amade bike û wiha dewam kir: “Li herêma me Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk tê. Navenda vî şerî Kurdistan û Mezopotamya ye. Ev ne tesaduf e ku îro li van cihan vêjîneke nû çêdibe. Ji bo pêşî li vê bê girtin bi taybetî dewleta Tirk di nav hewldaneke mezin de ye. Ji bo pêşiya projeya neteweya demokratîk û şoreşa gelan bigire di nav hewldaneke mezin de ye. Wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em ji bo hemû îxtîmalan amade bin. Bi taybet rewşa ku îro li Ukraynayê û cîhanê diqewime bi awayekî rasterast bandorê li herêmên me dike. Ji ber heman hêzên îro li Ukraynayê di nav pevçûnê de ne li Sûriyê jî dimînin. Lewma divê em xwe ji bo hemû îxtîmalan amade bikin.”

`DIVÊ EM DERSÊ JI UKRAYNA Û EFGANISTANÊ DERXIN`

Foza Yûsif got: “Hîn li Sûriyê çareserî çê nebûye û ev tê wateya ku her roj îxtîmala êrîşan û şer heye.” Pê ve girêdayî Foza Yûsif, bal kişand ser têkbirina komployên li ser herêmê û got: “Di van demên derbasbûyî de bi yekitiya me gelek komplo hatin têkbirin. Êrişa dawî a li ser Hesekê hat têkbirin. Lê nayê wateya ku bi dawî bû ye. Ji ber divê mirov li ser her alî wê bandora vî şerî çawa li ser me bê kirin xwe amade bikin. Di aliyê parastin û amadekariyê de dive em bi vê zanebûne tevbigerin ku sibe dusibe em nekevin şaşitiyên mezin. Divê em dersê ji Ukrayna û Efganistan derxin. Encex bi hêza xwe ya xweser dikarin welat û vîna xwe biparêzin. Careke din li Ukraynayê diyar bû ku li ser hêzên derdor mirov nikare azadiya xwe bi ser bixe. Encex bi hêza xwe ya xweser dikare azadiya xwe bi ser bixe.”

`AZADÎ BI PARASTINÊ VE GIRÊDAYÎ YE`

Têkildarî parastina cewherî de Foza Yûsif, da zanîn ku azadî bi parastinê ve girêdayî ye û divê sîstema xwe ya parastinê bi hêz bikin. Di vê çarçovê de bang li gelê herêmê kirk u pêwîste bi vê perspektîfê tevbigerin û got: “Ev pevçûnên ku çê dibin, rewşa leşkerî ya li cîhanê de heyî dive em xwe jê qut negirin dest. Ji ber ku wê her awayî bandora wî li ser me çê bibe. Ji bo ku em vê rewşê baş pêşwazî bikin dive rêxistina xwe ya civakî xurt bikin, sîstema xwe ya HPC xurt bikin.  Di aliyê aborî, çandî û her alî de dive em xwedî plan bin û têra xwe bikin ku em bi zor û zexmetiyan re rû bi rû nemînin.”

‘EM DI RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DE BI ISRAR IN`

Beriya 5 salan 4 roj beriya Newrozê dewleta Tirk a dagirker herêma Efrînê dagir kir. Bi mûnasebeta 4`mîn salvegera dagirkirina Efrînê de Foza Yûsif, diyar kir ku ji her demê zêdetirîn îsal bi israrin ku van herêmên dagirkirî rizgar bikin û wiha berdewam kir: “Me her dem gotiye k utu carî em dev ji têkoşîna rizgarkirina van herêman bernadin. Hedefa me ya esasî rizgarkirina van herêma ye. Di herêmên dagirkirî de li dijî mirovatiyê sûcên gelekî mezin tên kirin. Ev sîstema dagirkirî hem guhertina demografîk çê dike hem jî însanên me yên li wir bi qetlîaman re rû bi rû dimînin. Em bi israrin ku vê sale de jib o rizgarkirina van herêman hem aliyê leşkerî hem jî siyasî û hikuqî de emê têkoşîna xwe bi hêz berdewam bikin ku vê siyaseta dagirkeriyê têk bibin. Vê Newrozê em bikin qonaxeke nû ji xurtkirina têkoşîna li hember dagirkeriya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”

‘WEKÎ HER SAL DÊ JIN REMZA XWE LI NEWROZÊ BIDIN’

Îsal jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 Adarê Roja Kedkarên Jinên Cîhanê bi tevlêbûnek coş pêşwazî kirin. Foza Yûsif, anî ziman ku wê coşa 8 Adarê li Newrozê de bitayisê û got: “Jin di şoreşa civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de her tim rola pêşeng liyîstin.  Bi hêza jinan ez bawerim ku pêvajoya pêşiya me de wê xebatên gelekî girîng çê bibin. Tayisandina rihê 8 Adarê de derket wê li Newrozê de jî çê bibe. Çawa ku jin li hemû çalakiyan de pêşengin di Newroza îsal de jî wê jin bi wê girseyiyê bi vîna azad tevlîbibin. Wê jin wekî her dem remza xwe li vê Newrozê jî bidin. Ji bo jinan Newroz gelekî bi wateye.”

‘NEWROZA ÎSAL BERDEWAMA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ YE`

Foza Yûsif anî ziman ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re Newroz li gor naveroka xwe li herêmê tê pîrozkirin û got: “Me berê Newroz bi derfetên gelekî giran de pêşwazî dikir. Tenê Kurdan pêşwazî dikirin. Lê belê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê heya niha gelên Mezopotamya bi hev re pîroz dikin. Ev jî wateya Newrozê gelekî xurt dike. Li vir Newroz tam li gor navaroka xwe tê pîroz kirin. Em bawerin ku cardin gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Tirkmen û tevahî gelên li ser vê axê dijîn bi hevre pîroz bikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane Newrozê dijîn. Ev jî bi saya têkoşîn û fikra ku rêber Apo pêk tê. Newroza îsal wekî berdewama Şoreşa 19’ê Tîrmehê em pênase dikin.”

`EV ŞOREŞA NEWROZÊ DÊ HER ROJ BERDEWAM BIKE`

Di dawiya gotinên xwe de Foza Yûsif bang li gelan kir ku bi hev re tê bikoşin û got: “Ev şoreşa Newrozê her roj bi tevlêbûna tevahî gelan dê berdewam bike û xurt bibe. Bi taybet tevlêbûna 2022`yan de tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li cihî bi reng, ziman, çand, şêwazê xwe pîroz bike. Serhildana beriya mîladê 612`an de ji aliyê gelan li dijî zor û zordariyê de çê bû dîsa di roja me ya îro de wê gelên herêmê Newrozek nû ava bikin. Heya niha encamên gelekî bihêz derketine lê ji bo ku em van Newrozan bikin Newrozên mayînde, divê em bi hev re bi yekdengî û helwest xwedî lê derkevin.”

ANHA