Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome

PYD`ê şaxê Minbicê û şêniyên Efrînê da zanîn ku xeteriyên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd hîna berdewam in û komkujiya Helebçe ji bîrewariya gelê Kurd dernaçe.

Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
Piştî 34 salan ji komkujiya Helebçe xeteriya çekên kîmyewî li ser gelê Kurd didome
16 adar, 2022   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê PYD`ê şaxê Minbicê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka PYD`ê şaxê Minbicê Rîm Derwîş ve hate xwendin. Tê de şêniyên bajar, endamên PYD`ê beşdarî bûn. Daxuyanî li hola El-Samir hate dayîn.

Di daxuyaniyê de salvegera 34`an a komkujiya Helebçe ku di 16`ê Adara 1988`an ji aliyê rejîma şovenîst a Iraqê ve li dijî şêniyên bajarê Helebçeyê hate kirin, hate şermezarkirin. 

Her wiha hate diyarkirin ku zêdetirî 5 hezar welatî şehîd bûn, nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok û jin bûn, ev jî di nava bêdengiya çapemeniya cîhanê de hate kirin û rejîmê sûd ji vê yekê girt ku  doza Kurd bê deng bike, bîrewariya Kurd biçewisîne û gelê radest bike.

HERÊMA  EFRÎN

Girêdayî mijarê de şêniyên herêma Efrîn û xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Helebçe bi bîr anîn, bêdengiya navneteweyî derbarê êrişên li ser Kurdan de şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê Siyabend Faqîn, Sêrvîn Mihemed û Cemîle Nebo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, meha Adarê meha serkeftinê ye, tê de gelê Kurd bêhna azadiyê kir, ji ber ew gelekî berxwedêr û xwediyê dîrokekê ye, ji ber vê yekê jî dewletên dagirker dixwazin vê dîrokê parçe bikin û bi rêbazên cûda komkujiyan li dijî Kurdan pêk bînin.

Her wiha hate destnîşankirin ku rejîma Baas a şovenîst xwest hebûna Kurdan tune bike, komkujî li dijî wan pêk anîn û ev yek li beramberî çavê cîhanê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku êrişên ku îro li dijî Kurd û rêber APO têne kirin ji wan êrişan ne cûdatir e û ew jî berdewamiya wê ye.

QAMIŞLO

Tevgera Xwendekarên Demokratîk jî bi vê boneyê pêşbirkeke helbestan li dar xist. 22 kes beşdarî pêşbirkê bûn. Pêşbirk li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Xwendekarên dibistana Îbrahîm Henano, Um El-Fursan, Seyda Zeyneb û Lehdo Mesûd tev li pêşbirkê bûn.

Di pêşbirkê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nîşan Herekol axivî, îşaret bi girîngiya girêdana bi desteftiyên şoreşê ku bi saya berxwedan û berdêla gelan hatine bidestxistin, kir.

Her wiha Nîşan Herekol teqez kir ku komkujiya Helebçe nayê jibîrkirin ku di encama wê de 5 hezar Kurd di navd e zarok û jin şehîd bûn.

Di dawiyê de tevgera ciwanan pirtûk li kesên tev li pêşbirkê bûne û li beşdaran belav kir.

(bx)

ANHA