​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriya yekemîn komxebata jinên eşîrên Ereb ên Reqayê li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyê li navenda xwe ya berê li bajarê Reqayê yekemîn komxebata jinên eşîrên Ereb li dar xist.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriya yekemîn komxebata jinên eşîrên Ereb ên Reqayê li dar xist
16 adar, 2022   15:48
REQA

Endamên meclisên sivîl, leşkerî, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, jinên ji eşîrên Ereb ên bajarê Reqayê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de bi navê Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat axivî û bixêrhatina beşdaran kir, rola jin di civakê de, zehemtiyên ku piştî serweriya çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmê rastî wê hat, nirxand.

Di komxebatê de beşdaran behsa azarên jinan, urf û adatên li ser wan hatine ferzkirin, mehrûmkirina ji mîras û diyarkirina çarenûsa zewacê, kir.

Beşdaran teqez kir ku jin dikarin jiyana xwe pêş bixin, xwe bi rêxistin bikin û rola xwe bi awayekî sereke di civakê de pêk bînin.

Her wiha 4 jin ji bo nûnertiya jinên eşîrên Ereb hatin hilbijartin da ku bibin deng û parêzvanên mafên jinan, her wiha ji bo bibin alava guhertina rast ji bo avakirina civakeke ku baweriya wan bi azadiya jinê tê û rûmeta wê garantor dike.

Di dawiyê de daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi beşdarbûna 25 jinên eşîrên Ereb, kesayetên serbixwe ji bajarê Reqayê komxebata yekemîn a jinên eşîrên Ereb li bajarê Reqa û gundewarên wê hate lidarxistin, di komxebatê de dozên ku di çarçoveya aloziya Sûriyê de rastî jinan tên, zehemtiyên ku di demên berê de jinan ji ber urf û adatên civakê kişandine hatin nîqaşkirin û hate diyarkirin ku heta niha jin berdêla vê yekê giran dide û digihêje asta ku jiyana xwe ji dest bide.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê jin rola xwe pêk bîne da ku rastiya xwe û ya civakê misoger bike, destekê bide guhertina rengê ku jin pê hatiye naskirin, ji asta paşguhkirinê derkeve û ber bi xebat û pratîkî ve biçe. Ew yek jî divê bi teqezkirina rola jinan di parastina aştiyane, jiyana hevbeş, aktîfkirina rola jinên eşîran ji bo bidestxistina mafên xwe, derfet ji wan re were dayîn ku pêwendî di navbera wan de çêbibe, pêk were.

(bx)

ANHA