Şêniyên Şedadê şervanekî QSD oxir kir

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD Selah Nûrî El-Hemed li goristana Şehîdan ya navçeyê oxir kir.

Şêniyên Şedadê şervanekî QSD oxir kir
Şêniyên Şedadê şervanekî QSD oxir kir
Şêniyên Şedadê şervanekî QSD oxir kir
Şêniyên Şedadê şervanekî QSD oxir kir
16 adar, 2022   15:35
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Selah Nûrî El-Hemed ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan y bajarê Hesekê wergirt bi karwaneke wesaîtan ber bi goristana Şehîda ya navçeya Şedadê ve ketin rê.

Piştî gihaştina goristana şehîdan şervanan tureneke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Sor ya Leşkerî Garzan Dêrazor hemû şehîdên QSD`ê ku di oxira rizgarkirin û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe dane, bi bîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd Selah Nûrî El-Hemed re xwest.

Garzan Dêrazor diyar kir ku bandoreke mezin ya şehîdan li ser erka wan ya leşkerî heye û wiha domand:" Şehîdên ku ji bo parastina me û parastina welat canê xwe dane, bandoreke mezin li me dikin û em ji wan hêzê werdigirin, ji ber vê yekê em ê heta pêkanîna Sûriyek demokratîk ya nenavendî li ser şopa wan bimeşin."

Di merasîmê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sorê Tirkî El-Xilêf sersaxiya malbata şehîd û hevalên wî kir û da zanîn ku welatiyên Bakur û Rojhilatê ber bi pêkanîna azadî û demokrasiyê ve diçin.

Dûvre endama meclisa hêzên leşkerî û hêzên ewlehiyê wesîqeya şehîd Selah Nûrî El-Hemed xwend û radestî malbatê kir.

Selah Nûrî El-Hemed i navçeya Sorê ya bakurê Dêrazorê di dema li ser erka xwe ya leşkerî de bû, şehîd bûbû.

Li dawiyê hevalên şehîd û hêzên leşkerî şehîd oxir kir.

ANHA