MSD’ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîka ji bo çareya siyasî li Sûriyê civiyan

MSD’ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîka piştrast kir ku divê dest bi çareya siyasî ya li Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an bibe û da zanîn ku çareya siyasî demokrasî û edaletê ji hemû sûriyan re misoger dike, ewlehî û istîqrarê pêk tîne.

MSD’ê û Wezareta Karên Derve ya Amerîka ji bo çareya siyasî li Sûriyê civiyan
16 adar, 2022   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) got "Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed şandeyek ji cîgir û alîkarê wezîrê Karên Derve ya Amerîka Ethan Goldrich û cîgir û alîkarê wezîrê Karên Derve yê karûbarên Iraqê Jennifer Gavito, gerînendeya dosyaya Sûriye û Iraqê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Zahra Bell û nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîka ya taybet bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl pêk tê, pêşwaz kir. Di pêşwazîkirinê  endamên Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Elî Rehmon, Canda Mihemed, Emced Osman û Sabit El-Cewher hebûn. Her wiha her du aliyan rewşên siyasî yên li ser astên herêmê û navneteweyî nîqaş kirin.

Malperê cih û dîroka civînê eşkere nekir.

Li gorî malperê her du aliyan li ser asta bandora şerê Ukrayna li rewşên Sûriyê bi giştî, Bakurû Rojhilatê Sûriyê bi taybet nîqaş kir, her wiha her du aliyan teqezî li ser destpêkirina çareya siyasî ya li Sûriyê li gorî biryara 2254’an de kir û got çareya siyasî demokrasî û edaletê ji tevahî sûriyan re misoger dike, ewlehiyê pêk tîne û îstîqrarê tesbît dike. Ev jî dihêle rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst careke din zindî nebe, bi taybet piştî kuştina serçeteyê wê.

Her wiha beşdaran bal kişand ser girîngiya rola aliyên Sûriyê û pêwîstiya beşdariya nûnerên ji tevahî aliyên Sûriyê di rêveçûnên çareseriyên navneteweyî de. Li gorî malperê şandeyê spasiya kedên MSD’ê yên diyaloga sûrî-sûrî û diyaloga di navbera "aliyên herêmî" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir.

(fr)