Partiya Sûriya Pêşerojê: Ji bo ku şoreşa Sûriyê vegere rêya xwe ya rast em tê dikoşin

Meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê yên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Helebê destnîşan kir ku ew ji bo ku şores vegere rêya xwe ya rast tê dikoşe û ev yek bi rêya diyaloga aştiyane, nivîsandina destûreke rastîn ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike û derxistina dagirkeran ji Sûriyê, pêk tê.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Ji bo ku şoreşa Sûriyê vegere rêya xwe ya rast em tê dikoşin
Partiya Sûriya Pêşerojê: Ji bo ku şoreşa Sûriyê vegere rêya xwe ya rast em tê dikoşin
Partiya Sûriya Pêşerojê: Ji bo ku şoreşa Sûriyê vegere rêya xwe ya rast em tê dikoşin
Partiya Sûriya Pêşerojê: Ji bo ku şoreşa Sûriyê vegere rêya xwe ya rast em tê dikoşin
15 adar, 2022   12:00
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 11`an a destpêkirina aloziya Sûriyê meclisên Partiya Sûriya Pêşerojê yên Qamişlo û Hesekê daxuyanî da.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Qamişloyê Mihemed Dexîl daxuyaniya li pêşiya navendê partiyê ya li Qamişloyê xwend.

Li Hesekê jî, berpirsê ofîsa têkiliyên Partiya Sûriya Pêşerojê Salihe El-Zewba daxuyanî li pêşiya navenda partiyê ya li bajarokê Sefiye xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Cewhera aloziya Sûriyê, xwezaya pergala li ser yek netewe, yek ol û yek ziman di welatekî pirreng, pirnetewe û pirol de ye. Di encamê de pergala zordest desthilat keysbaz kir, pergala dewleta navendî ferz kir ku rastiyeke civakî ye. Pirrengiya çandî, fikrî û siyasî wek gefekê li dijî ewlehiya neteweyî û yekitiya welêt nîşan da. Ji ber wê hêviyên gelê Sûriyê yên azadî, edalet, wekheviyê têk birin."

Her wiah di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala dîktatorî berpirsa rewşa niha ya Sûriyê ye. Ji ber ku siyasetên wê yên desteserkirina azadiyên giştî, çewisandin, dûrxistin û xiyanetkirina hêzên niştimanî hişt ku welatiyê sûrî di destê deshtilatê de bibe amûr da ku desthilata yek mêr, yek partî pêk bîne û bîra dîrokê ya civakê biçewsîne û civak û endam ji vîna azad bê par hişt.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên civakî û siyasî yên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nakokiyên taîfî û irqî dûr ket ku gelek aliyên herêmî û navneteweyî xwest bi kar bînin û ajandeyên xwe pêk bîne. Her wiha hat diyarkirin ku hêzên siyasî yên herêmê, sûd ji nirxên dîrokî yên biratiyê û jiyana hevbeş di navbera gelan de û modernîteya demokratîk girt û saziyên xwe yên civakî, siyasî û leşkerî yên hevbeş ava kirin. Hêzên terorê di nav de DAIŞ`ê tune kirin û ewlehî li herêmê pêk hat. Ji ber wê piştî şerê demdirêj ev herêm ji bo Sûriyê bi giştî bû model û hêvî. 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em pabendî peymanên navneteweyî yên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê ne, di nav de biryara 2254’an. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Sûriyê dikare guhertinê çêke. Em soz didin bernameya xwe pêk bînin da ku Sûriye vegere resaniya xwe û rola xwe ya pêşeng pêk bîne da ku welêt careke din li ser bingehên ku tên xwestin, ava bibe."

)şx)

ANHA