​​​​​​​Biradost Mîtanî bang li kurdan kir: Dersan ji komkujiya Helebçe bigirin

Biradost Mîtanî diyar kir ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla, ji komkujiya Helebçe ne cuda ye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo rawestandina komkujiyan hêza parastinê  çareseriya herî guncaw e.

​​​​​​​Biradost Mîtanî bang li kurdan kir: Dersan ji komkujiya Helebçe bigirin
15 adar, 2022   02:41
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

16`ê Adarê salvegera 34`an a Komkujiya Helebçe ye ku di encamê de 5 hezar welatiyên Kurd şehîd bûn û bi hezaran birîndar bûn. Rejîma Sedam Huseyn bajarê Helebçe û gundên derdorê bi çekên kîmyewî topbaran kirin.

Nivîskar û dîroknas Biradost Mîtanî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got, tu ferq û cudahî di navbera bikaranîna çekên kîmyewî ya rejîma Sedam Huseyîn li Helebçe û ya dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla de, nîne.

`TU HESTÊN MIROVÎ LI CEM WAN TUNE YE Û LI SER KOMKUJIYAN DIJÎN`

Mîtanî îşaret bi tundiya ku pergalên dagirker û cîranên Kurdistanê dimeşînin kir û got: “Mirovahî û dilovanî li cem wan tune ne. Li ser komkujiyan û qirkirinan dijîn. Ji azadiya gelan ditirsin ku li ser kursiyên wan gef e. Li cem wan komkujî rêya yekane ya parastina desthilata xwe ye. Ew hemû cureyên komkujiya dicerbînin. Bajar û gundên kurdan topbaran dikin. Ji bo tunekirina kurdan her tiştî dikin. Ji xwekujan bigire heta bigihêje moşekan. Pergala wan li ser galan xeter e ji ber ku xwedî çekên kirêt û tund di nav de çekên kîmyewî in.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) di bîlançoya meha Îlona borî de ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di mehekê de 157 caran çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîne.

Di 20`ê Îlona derbasbûyî de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bang li civata navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk bixwaze. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji 5 mehan ve li gel bêdengiya NY, YE û DYA`yê çekên kîmydwî û gazên bi jehr bi kar tîne.

`HÊZA LEŞKERÎ Û PARASTIN ÇARESERIYA YEKANE YA RAWESTANDINA KOMKUJIYAN E`

Girêdayî vê mijarê Mîtanî got: “Tirkiye endameke NATO`yê ye. Li ber çavên civata navneteweyî, NY, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên hiqûqî hemû çekên xwe li dijî kurdan û hêzên rizgariyê bi kar tîne. Bi balafirên şer û çekên qedexekirî gund û bajarên kurdan ên Bakur û Başûrê Kurdistanê wêran dike. Mîna Sedam Huseyn dike, çekên kîmyewî li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne. Ev yek ji komkujiyên li Helebçeyê ne cuda ye. Lê belê wan komkujiyan dubare dike. Ji ber ku çand û hişmendiya van pergalan yek e.”

Rêxistina Qedexeya Bikaranîna Cekên kîmyewî (OPCW), bikaranîna van çekan qedexe dike. Ji ber wê peymanek pêk anî ku  di 1997`an de ket meriyetê. Her wiha hilberandin, depokirin û bikaranîna wê qedexe dike. Di nav de dewleta Tirk a dagirker, bi giştî 193 dewletan ev peyman îmze kir.

Ji bo rêgirtina li pêşiya van komkujiyan û qirkirinan, Biradost Mîtanî ev nirxandin kir: “Hêza leşkerî û parastina hebûnê gelek girîng in. Divê gelê Kurd li hember hêzên hovane li ber xwe bide. Divê hêza wî ya leşkerî hebe da ku destkeftiyên xwe biparêze. Ger hêz tune be, tu girîngiya tenduristî, perwerdehî û çand namîne.”

`PARÇEBÛN TÊ WATEYA PÊKANÎNA KOMKUJIYÊN DÎTIR`

Mîtanî diyar kir ku dijminên kurdan ji parçebûna aliyên siyasî yên Kurd sûd girt û komkujî li Helebçe pêk anî û wiha domand: “Parçebûn hîna berdewam e. Ev yek rê li pêşiya pergalên dagirkerên Kurdistanê vedike ku mîna Sedam Huseyn bikin. Êrişên li ser çiyayên Kurdistanê yên li dijî gerîl delîl in.”

`DESTHILATA LI BAŞÛR DERS JI KOMKUJIYA HELEBÇE NEGIRT`

Mîtanî bal kişand ser aloziyên siyasî, civakî û aborî yên ku Başûrê Kurdistanê tê re derbas dibin û got: “Pêwîst e hêzên siyasî û saziyên hikumetê li hember gelê Kurd xwedî giyan û berpirsyariyeke neteweyî bin. Parçebûna aliyên siyasî û civakê yên li Başûrê Kurdistanê, encama bidestxistina desthilatdariyê, windabûna giyanê neteweyî û tunebûna helwesteke neteweyî ya kesayetên siyasî ye.”

Biradost Mîtanî wiha pê de çû: “Şert û mercên heyî yên Başûrê Kurdistanê vê yekê nîşan dide; rêveberî ders ji komkujiya Helebçe negirt. Di vir de ez behsa hilbijartina serokê Iraqê û aloziya li wir, referandom û windakirina rûberên mezin û trajediyaya li Şengalê dikin. Ev delîl in ku em li ser yekitiya xwe û xurtkirina têgeha netewebûnê naxebitin. Mixabin xuyaye me ders û îbret ji bûyerên berê negirtine.”

Der barê pêkanîna yekitiyê li Rojava de nivîskar û dîroknas Biradost Mîtanî got: “Ew girîngiyê nadin vê mijarê. Komkujiyên mezin li Rojava pêk hatin. Me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji dest dan. Lê gelo wan partiyan tu helwest li hember operasyonên dagirkeriyê nîşan dan? Her partiyek bi aliyekê ve girêdayî ye, êrişî Rêveberiya Xweser dikin, naxwazin tev lê jî bibin. Ger me heman şaştiyan dubare dikin, gelo çawa em dikarin bêjin ku me komkujiya Helebçe nirxand!”

(şx)

ANHA