​​​​​​​Rêveberên saziyên çandî: Ji bo tunekirina çanda me PKK`ê xistin "lîsteya terorê"

Endamên rêveber ên saziyên çandê yên herêma Firatê got, ji bo ku herêmê kontrol bikin û çanda gelan ji holê rakin PKK'ê xistin "lîsteya terorê". Her wiha diyar kir ku PKK'ê li hemberî projeyên mêtîngeriyê tê dikoşe.

​​​​​​​Rêveberên saziyên çandî: Ji bo tunekirina çanda me PKK`ê xistin "lîsteya terorê"
15 adar, 2022   01:26
KOBANÊ

Bangên ji bo rakirina qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roj bi roj bi zêde dibin. Endamên rêveber ên saziyên çandê yên herêma Firatê ji ANHA'yê re axivîn û diyar kir ku bi xistina PKK'ê nav "lîsteya terorê", dixwazin çanda kurdan qir bikin.

‘EM ŞOPDARÊN RÊYA TÊKOŞERÊN PKK`Ê NE‘

Ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kobanê Omer Hesen got, armanca xistina PKK`ê nava "lîsteya terorê" herêmê bixin bin serweriya xwe û wiha domand: "Ji ber ku PKK`ê ji projeyên şovenîst yên dixwazin jinûve herêmê parçe bikin re dibe bersiv. Her wiha ji bo çandên nû derbasî herêmê bikin û bi vê yekê şêniyên herêmê urf, adet û çandên xwe yên li ser hevgirtinê hatine avakirin, ji bîr bikin."

Omer Hesen piştgiriya xwe bi PKK'ê re nîşan da û got: "Em ji tiştekî natirsin. Em ê bi hemû hêza xwe bi PKK`ê re bisekinin. Ji ber ku PKK'ê hebûna me ye. Gerîlayên wê ji bo me canê xwe feda kir. Kî ji me dikare şehîd Mezlûm Dogan ê êvara Cejna Newrozê agir bi canê xwe xist, ji bîr bike. Şehîd Mezlûm xwest bi vê yekê peyamekê bide cîhanê ku Kurd jinûve jidayik dibin û dijmin çi bike jî nikare îradeya me bişkîne."

Omer Hesen peyamek da komplogerên li dijî Kurdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em şopdarên rêya têkoşerên partiyê û şehîdên wê ne. Em ê xewna wan ku ji bo têkoşiyan, pêk bînin. Heta ku navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" were derxistin em ê têbikoşin."

'HEWL DIDIN DÎROK Û ÇANDA KURDAN REŞ BIKIN'

Ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Firatê Gulçîn Hiso Elî da zanîn ku dewletên ku xaka Kurdistanê parçe kir, dixwazin dîrok û çanda Kurdan reş bikin û çi ji destê wan tê dikin da ku planên xwe pêk bînin. Gulçîn Hiso wiha got: "Planên wan bi ser neketin, ji ber ku Kurdan dîroka xwe bi can û xwîna şehîdan nivîsandine."

Gulçîn Hiso îşaret pê kir ku PKK'ê ji bo parastina kurdan û doza wan hatiye damezirandin û pêde çû: "Dijminê me hove dixwaze çanda me ya zengîn ku li ser lêborînê hatiya avakirin, reş bikin û tune bike. Bi xistina navê PKK`ê di nava "lîsteya terorê" de hewl dide armancên xwe pêk bîne. Ji ber ew dizanin ku PKK`ê ji bo parastina Kurd û doza wan hatiye damezirandin."

Gulçîn Hiso her wiha destnîşan kir ku armanc ji xistin navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" re hedefgirtina Kurdan bû û got: "Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, kurdan careke din ji cîhanê re îsbat kir ku ew gelekî aştîxwaz e, ji bo gelên din canê xwe feda dike û di çi rewşê de serî ji kesî re natewîne."

Gulçîn Hiso di dawiyê de pirsa ''Di bin kîjan bendî de navê PKK`ê xistine "lîsteya terorê", gelo ji ber parastina gel û xaka wê dike û dest ji pîvanên xwe bernade?" kir.

(bx)

ANHA