Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir

Bi destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê re, endamê Hêzên Asayîşê Samî Yusif yekser beşdarî Pêngava Gurzê Gelan dibe û di oxira parastina gelê xwe ji terora çeteyan de şehîd dibe.

Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
Temenê xwe bi têkoşînê derbas kir
15 adar, 2022   00:51
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Şehîd Samî Yusif 1998`an ji dayik bûye, qonaxa seretayî li dibistana Mehmûd Îsa ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê diqedîne, piştî ku qonaxa navîn bi dawî dike, dev ji dibistanê berdide.

Malbata şehîd Samî Yusif ji 6 kur, keçek, dê û bav pêk tê. Birayê wî yê mezin Xelîl Yusif jî şervanekî QSD`ê ye.

Şehîd Samî Yusif xerat (Necar) bû û alîkariya bavê xwe Îbrahîm Yusif dikir. Di sala 2016`an de bi dotmama xwe Senaa Yusif re dizewice û  du zarokên wan  hene, Ramî 4 salî ye û Raman jî 2 sal û nîv e.

Samî Yusif 9`ê Çileya 2019`an tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe, piştre cihê xwe di nava tîmên operasyonan de digire.

Bavê şehîd Îbrahîm got: " Samî, li me guhdar dikin, bêyî ku destûrê ji min an ji diya xwe bixwaze, tiştek nedikir."

Cotmeha 2021`ê Samî Yusif tev li perwerdeya du mehan a li bajarê Qamişlo dibe, ji ber ku jêhatîbûn û vîna xwe ya xurt, ji 75 endaman tê hilbijartin da ku endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Tevliheviyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn perwerde bike. Destpêka 2022`an li Tirbespiyê endamên van hêzan perwerde kir, ji ber xwezaya vî erkî, hefteyekê li navendê û hefteyekê li mal dimîne.

Bavê şehîd ev li axaftina xwe zêde kir: "Diviyabû Samî vegeriyaba malê, lê ji ber ku berf bariya nekarî vegere. 20`ê Çileyê bi min re axivî û got, hevalê min Xalid di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê şehîd bû û hevalê min Omer jî di nexweşxaneyê de ye û xwîn jê re gerek e. Ji ber vê yekê ji min xwest ku ez xwînê jê re peyda bikim."

Şehîd Samî Yusif êvara 22`yê Çileyê dighêje bajarê Hesekê û roja din yekser tev li Pêngava Gurzê Gelan dibe û bi birayê xwe yê mezin Xelîl û hevalên xwe êrişên çeteyan bersivandin.

Piştî QSD`ê 27`ê heman mehê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê ragihand û bi temamî girtîgeh kontrol kir, şehîd Samî Yusif bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re tev li operasyonên paqijkirina taxên bajar dibe.

Bavê şehîd Samî, Îbrahîm Yusif wiha dewam kir: "Di roja dîtir de hevsera Samî bi min re axivî û behsa tiştên ku bi Samî re çêbûne kir. Gelek hevalên wî li ser medyaya civakî  agahiyên şehadeta Samî li taxa Xiwêran parve kirin. Bi rastî min nekarî zêde pê re biaxivim û min ev yek jî derewand, lê piştî çend saetan agahiyê şehadeta wî belav bû."

Dayika şehîd Samî, Edla anî ziman ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û ev li axaftina xwe zêde kir: "Samî ji xêr û dayînê hez dikir, ez çiqasî behsa wî bikim jî ez ê heqê vê yekê nedin, ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin û tevde bi şehadeta wî êşiyan."

Hevsera şehîd Senaa Yusif jî got: "Samî ji mêvan û şahiyan hez dikir û merd bû, ji ber vê yekê her tim mala tijî mêvan bûn."

(eh)

ANHA