Niyaz Hamîd: Ji bo 3 armancan Erdogan û Barzanî civiyan

Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji Tirkiyê re ji bo pêkanîna gelek armancan e û got, armanca yekemîn ew e ku dewleta Tirk li gel şerê li Ukraynayê, dest deyne ser gaza Başûrê Kurdistanê û ya din jî siyasetên dijminatiya kurdan pêk bîne.

Niyaz Hamîd: Ji bo 3 armancan Erdogan û Barzanî civiyan
15 adar, 2022   04:36
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd diyar kir ku hevdîtina serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ku di 12`yê Adarê de pêk hatibû ji bo 3 sedemên sereke bû.

Niyaz Hamîd ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk PDK`ê weke rêbazeke şerê taybet li dijî Kurdan bi kar tîne û wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî berpirsên PDK`ê berê xwe didin Tirkiyê da ku fermanan ji Erdogan wergirin."

Niyaz Hamîd destnîşan kir ku Erdogan berpirsên PDK`ê vexwend serdanê û wiha domand: "Ji 23`yê Nîsana borî ve di navbera HPG`ê û dewleta Tirk de şer rû dide. Dewleta Tirk ruxmî ku hemû cureyên çekên di qada navneteweyî de qedexekirî ne, li dijî hêzên gerîla bi kar tîne, lê bi bin ket. Ji ber ku nikare armancên xwe pêk bîne, hewl dide bi rêya PDK`ê, El-Nusra, çeteyên Roj û komên alîgirên wê armancên xwe pêk bîne ku rasterast wan tev li şerên li hemberî gerîla bikin. Ev lihevkirin di civîna li Munchenê de pêk hat."

Ji 23`yê Nîsana 2021`an ve, dewleta Tirk  a dagirker bi hevkariya hêzên taybet ên PDK'ê êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê pêk tîne. Lê li hemberî berxwedana gerîlayan tu encam pêk neanîn.

Hamîd sedema duyemîn a serdanê wiha nirxand: "Erdogan, li gel tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê û cezayên ku ji ber vê tevgerê li ser Rûsya hetina birîn, dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê wek ku çawa petrola Kurdistanê xiste bin serweriya xwe. Dewleta Tirk hemû dahatên petrolê destser dike û pareke biçûk dide PDK'ê. Dewleta Tirk ji ber şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ev dem diyar kir. Dewletên Ewropayê jî li çareseriyeke alternatîf ji mijara gaza Rûsya digire, ji ber vê yekê Erdogan dixwaze dest deyne ser gaza Kurdistanê."

Niyaz Hamîd anî ziman ku sedema sêyemîn ji bo razîkirina Îsraîlê bû û wiha got: "Di vê civînê de li hev kirin ku bajarê Hewlêrê bibe navenda Mossad a Îsraîlê, gelê Îranê û gelê Başûrê Kurdistanê weke ajanên  Mossadê li dijî komara Îranê bi kar bînin. Ev peyman encamên wê hene ku bajarê Hewlêrê bibe navenda şerê di navbera Îsraîl û Îranê de. Ev jî dê bandorê li gelên herêmê bike. Me ev yek dît dema ku Îran baregehên veşartî yên Mossadê li Hewlêrê weke ku Îranê digot, topbaran kir."

Pasdarên Îranê di 13`yê Adarê de bi moşekan êrişî Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kir û got, wê baregehên veşartî yên Îsraîlê kirin hedef.

'DEWLETA TIRK PDK`Ê LI DIJÎ KURDAN ERKDAR KIRYE'

Şîrovekarê siyasî di axaftina xwe de destnîşan kir ku berpirsên PDK`ê fermanên xwe ji îstixbaratên Tirkiyê digirin, şerên li dijî Kurd û destkeftiyên wan didomîne û wiha domand: "Ew kes tu girêdanên wan bi kurdiyatiyê ve tune ye. Gelek nîşaneyên vê yekê hene. Yek ji wan dema hêzên gerîla şerê dewleta Tirk dikir û planên wan ên mitîngeriyê têk dibir, PDK`ê xiyanet li gerîla dikir û kemîn ji wan re datine. Ji ber xiyaneta PDK`ê gelek gerîla şehîd bûn û heta niha cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatiye kirin."

Hamîd diyar kir ku dewleta Tirk PDK`ê erkdar kiriye ku siyaseta dijminatiyê li dijî Kurd û doza wan pêk bîne.

ARMANCÊN ÊRIŞA LI SER HEWLÊRÊ

Niyaz Hemîd bal kişand ser êrişa bi moşekan a li ser Hewlêrê û ev tişt anî ziman: "Piştî hilbijartinên Iraqê yên 10`ê Cotmeha 2021`an guhertin çêbûn. Di serî de têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îranê de hatin qutkirin. Dewleta Tirk têkiliyên xwe bi Îsraîl û Îmaratê re baş kir. Hevbendiya Îmarat, Tirkiyê û Îsraîlê dixwaze hikumetekê li Iraqê ava bike ku xizmeta berjewendiyên wan bike. Lê li beramberî vê jî Îran li pêşiya avakirina vê hikumetê dibe astengî."

Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Serokê Îsraîlê dixwaze navenda Mossad a Îsraîlê ava bike. Em dizanin ku komara Îranê îstixbaratên xwe li derdora Erdogan belav kiriye û tevgera wî ji nêz ve dişopîne. Hayê Îranê ji vê planê heye. Ji ber wê jî êrişî nuqteyên veşartî yên Mossada Îsraîlê kir. Bi vê êrişî Îran xwest peyama xwe bide ku ew  derfetê nade avakirina hikumeta ku xizmeta berjewendiyên Îsraîl, Tirkiyê û Îmaratê bike û xizmeta berjewendiyên Îranê jî nake. Her wiha peyamek da ku naveroka wê ku em derfetê nadin avakirina navenda Mossad li Hewlêrê ji bo xirakirina aramî û ewlehiya neteweyî ya Îranê."

(bx)

ANHA