​​​​​​​Komîteya Lihevanînê 2 malbat li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê tevî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê, 2 malbat li hev anîn ku zêdetirî salekê ye nakokiya wan hebû.

​​​​​​​Komîteya Lihevanînê 2 malbat li hev anîn
14 adar, 2022   12:43
KOBANÊ

Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê tevî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ji bo ku malbatên Îbrahîm Misto û Cemo Keço li hev bîne, merasîmek li dar xist. Bi dehan şêniyên kantona Kobanê, rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên herêma Firatê beşdarî merasîmê lihevanînê bûn.

Komîteyê merasîm li navenda Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya li Kobanê li dar xist.

Her du malbat ji gundê Bino yê li başûrê Kobanê ne. Piştî ku ciwanê bi navê Fewaz Cuma Keço bi destê endamekî malbata Îbrahîm Misto beriya salekê hatibû kuştin, nakokî di navbera her du malbatan de çêbû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û spasiya malbata Fewaz Keço kir ku daxwaza lihevhatinê qebûl kir.

Mihemed Şahîn got: “Ev roj ji bo me û şêniyên herêmê rojeke pîroz e. Divê em şaşiyên tekakesî derbas bikin. Bi hev re herêmên xwe ji dijmin biparêzin. Em di welatekî de hatine dinê, xwîna me yek e û dem hatiye ku ji nefretê dûr bikevin û dilan xweş bikin.”

/ar/uploads/files/2022/03/14/112812_ahmd-yabsh_1.webp

Her wiha endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê Ehmed Yabse jî got: “Divê em nakokiyên xwe derbas bikin û çekan li hember kesên erdê me dagir dikin, rakin; ne li hember hev.”

/ar/uploads/files/2022/03/14/112908_rshw-aly-rshw.webp

Endamê Meclisa Rûspiyan a navçeya Sirînê Reşo Elî Reşo jî destnîşan kir ku lihevanîn, hewldanên derxistina fitneyê li herêmê têk dibin.

/ar/uploads/files/2022/03/14/112832_mhmd-shahyn.webp

Berdevkê Saziya Olî ya Herêma Firatê Mehmûd Osman jî axivî û got: “Divê em hevgirtî bin, ji ber ku hemû ol banga yekitiyê û dûrketina ji nefretê dikin. Ji bo ku em di şerê li dijî me de bi ser bikevin, divê em nerm bin da ku edaleta îlahî ya em li bendê, pêk were.”

/ar/uploads/files/2022/03/14/112848_mhmwd-athman.webp

Di dawiya merasîmê de her du malbat li hev hatin.

(şx)

ANHA