​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din ji ber Koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 2 pêketiyên vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye û 15 kesên din jî pê ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din ji ber Koronayê mirin
14 adar, 2022   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê daxuyand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 2 nexweşên din jî jiyana xwe ji dest daye.

Pêketiyên vîrusê 7 mêr û 8 jin in û 2 pêketî li Hesekê, 2 li Reqayê û li Qamişlo, Dêrik, Tebqa û Minbicê jî li bajarkî kesek pê ketiye.

Desteyê destnîşan kir ku li Tebqa û Dêrikê 2 pêketiyan jiyana xwe ji dest daye û kesek jî baş bûye.

Tevî hejmara îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38 hezar û 525 kes bi vîrusê ketine, ji wan hezar û 567 kes mirine û 2 hezar û 564 kes jî baş bûne.

(eh)