​​​​​​​Charles Michel: YE amade ye cezayên din li Rûsyayê ferz bike

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel destnîşan kir ku heke tevgerên Rûsyayê li Ukraynayê berdewam bikin, YE amade ye cezayên din lê ferz bike.

​​​​​​​Charles Michel: YE amade ye cezayên din li Rûsyayê ferz bike
14 adar, 2022   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel îro got: “Yekitiya Ewropayê (YE) lîsteya yekemîn a cezayên li ser Rûsyayê amade kir ku pir zirarê nagihîne Ewropayê. Niha amade ye cezayên din lê ferz bike heke tevgerên wê li dijî Ukraynayê berdewam bikin.”

Michel di hevpeyvîneke li gel rojnameya La Repubblica de ku îro hatiye weşandin, got: “Me hewl da ku bandora cezayên li ser Rûsyayê hatine ferzkirin, li ser Ewropayê kêm be. Divê em zexta xwe berdewam bikin heta ku guhertinek di hevsengiya hêzan de pêk were. Li ber me cezayên din hene.”

Lê Michel tedbîrên nû yên ku dê YE bigire, eşkere nekirin.

Piştî destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, dewletên rojavayî gelek ceza lê ferz kirin.

(şx)