Li Reqayê mayînek hate bêbandorkirin

Tîma Endezyariyê ya Bêbandorkirina Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li bajarê Reqayê mayînek bê bandor kir.

Li Reqayê mayînek hate bêbandorkirin
13 adar, 2022   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev daxuyanî da: "Welatiyekî agahî da ku li nêzî nexweşxaneya Reşîd a li kolana Nûr tiştekî bi guman heye. Li ser vê yekê hêzên me û Tîma Endizyariyê Ya Bêbandorkirina Mayînan yekser berê xwe da deverê û ji bo parastina welatiyan derdora dorpêç kir.

Di encama kontrolkirinê de hate zanîn ku mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ye û bêyî ku zirar derkevin, ew rakirin.

Li ser vê yekê em bang li welatiyan dikin ku dema cismekî bi guman bibînin, yekser agahiyê bidin navendên ewlekariyê, da ku parastina ewlehî û aramiyê bikin."

(eh)