NY: Li Yemenê zêdetirî 10 hezar zarok hatin kuştin û birîndarkirin

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di 7 salên derbasbûyî de herî kêm 10 hezar û 200 zarok li Yemenê hatine kuştin û birîndarkirin.

NY: Li Yemenê zêdetirî 10 hezar zarok hatin kuştin û birîndarkirin
13 adar, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê UNICEF'ê  yê Yemenê Philippe Doamel di daxuyaniyekê de got ji dema gurbûna şer li Yemenê ve an ku ji derdora 7 salan ve, zêdetirî 10 hezar û 200 zarokan hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî hin raporan, di 2 mehên destpêka îsal de li gelek herêmên Yemenê herî kêm 47 zarok hatin kuştin û birîndar bûn.

UNICEF'ê bang li aliyên şer û yên ku dikarin bandorê li wan bikin ku sivîlan li her herêmekê biparêzin û got, divê parastina ewlehiya zarokan were misogerkirin.         

(dx)