Pasdarên îranê berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê girt ser xwe

Artêşa Pasdaran a Îranê berpirsyariya êrişa bi fuzeyan a li ser Hewlêrê girt ser xwe.

Pasdarên îranê berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê girt ser xwe
13 adar, 2022   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya li malpera înternetê ya Artêşa Pasdaran a Îranê Spah Newsê hate weşandin, hate îdiakirin ku navendeke stratejîk a Îsraîlê hedef hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Navenda stratejîk a komploya siyonîst bi fuzeyên xurt ên herî pêşketî yên Artêşa Pasdaran hedef hate girtin."

Beriya vê daxuyaniyê, Yekitiya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Federal bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku bi 12 fuzeyên balîstîk êriş li ser taxeke Hewlêrê hatiye kirin. Hate ragihandin ku fuze li dijî Qonslosxaneya Amerîkayê hatiye kirin.